Komkujiya Zîlanê di sala 90’î de ye: Hîna şopên wê hene

  • 09:10 3 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Şehrîban Abî
 
WAN - Li Geliyê Zîlanê ku girêdayê Erdîşê ye, 90 sal berê komkujî hat jiyîn û hîna jî şopên komkujiyê hene. Halîme Bîlîcî da zanîn ku piştî salan şûnde li herêmên cuda komkujî pêk hatine û got ev nikarin bên jibîrkirin.
 
Di 12’ê Tîrmeha 1930’î de ji aliyê serokwezîrê demî Îsmet Înonu û desthilatdariyê ve 44 gundên Geliyê Zîlanê yên Erdîşa Wanê hatin şewitandin û bi hezaran kes bi komî hatin qetilkirin. Li gorî rojnameyên fermî 15 hezar kesî jiyana xwe ji dest dabû. Li cihê komkujiya ji aliyê şahidan ve hat vegotin û nifş bi nifş hat ragîhandin, niha HES tê çêkirin. Halîme Bîlîcî ya 76 salî ya li gundê Papîşkîn dijî tiştên dema komkujiyê hatine jiyîn û piştî wê vegot.
 
Halîmeyê da zanîn ku bavê wê, di salên 1930’î de li Îranê di surgunê de bû lê dêmariya wê û sê zarokên wan di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane û got: “Em 20 sal şûnde piştî komkujiyê hatin. Ez wê demê 7 salî bûm.”
 
‘Gelek jinên ducanî hatin qetilkirin’
 
Halîmeyê daxuyakirin ku şahidên wê demê komkujî vedigotin û got: “Wê demê Serbazê bi navê Dervîş Bey talîmat daye û Geliyê Zîlanê xistine bin dorpêçê. Ketin û derketina herêmê hatiye qedexekirin. Piştre gel birine çem û li wir bi komî gulebaran kirine. Apê min jinmamên min û dêmariya min û sê zarokên wê jî qetil kirine. Wê demê dêmariya min dîsa ducanî bûye. Bi taybet gelek jinên ducanî qetil kirine. Ji xizmên me du kes mane.”
 
‘Bi hezaran hestî derketin holê’
 
Halîmeyê bi lêv kir ku dema vegeriyane herêma Zîlanê hinek kes li gundan bi cih bûne û lê av tunebû û wiha got: “Gel ji bo av bê gundan, li nêzî çem kolandin kirin. Lê bi hezaran hestî derketin holê. Teştek xişir derket holê. Xişir di tilî û stûyan de bûn. Hemû hestî bûn. Ji bo vê jî navê Newala Hestiyan lê hat kirin.
 
Komkujî îro jî didomin
 
Halîmeyê diyar kir ku piştî salan şûnde dîsa komkujî hatine jiyîn û got: “Li Helepçeyê, li Roboskê gelek kes hatin qetilkirin. Ev nayên jibîrkirin. Ji bo ev komkujî neyên jiyîn divê em bibin yek û têbikoşin.Çi dikin bila bikin em kurdin, em ê kurd bimrin. Niha li vê herêmê tê xwestin ku HES’ê çêbikin. Divê em bertekên xwe li dijî vê bînin ziman.”