Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Mexmûrê daxuyanî da

  • 09:16 3 Tîrmeh 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) têkildarî gotinên Serokê Komîteya Nirxandina Raporên Rêxistinên Navneteweyî yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zebarî  ku anîbû ziman Mexmûr wekî wargeheke serbazî ye daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin Li şûna hukumeta herêma Kurdistanê ev gelê ku 26 sale penaber e ji hemû êrîşan biparêze  ji rastiyê dûr xizmeta dewleta tirk dike û vê wargehê dike armanca êrîşan û dixwazin bi van gotinan êrîşên li ser sivîlan rewa nîşan bide.
 
Serokê Komîteya Nirxandina Raporên Rêxistinên Navneteweyî yê Herêma Kurdistanê Dîndar Zebarî di malpera internetê ya fermî ya PDK’ê de diyar kiribû ku Wargeha Mexmûrê bûye wargeheke serbaziyê. Meclîsa Gel a Demokratîk a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) parvekirina Zebarî şermezar kir û daxuyaniya çapemeniyê da. Daxuyaniya çapemeniyê li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Gel a Demokratîk ya Wargeha Mexmûrê  Hecî Kaçan ve hate xwendin.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
"Weke tê zanîn di van salên dawî de wargeha me ya Mexmûrê rastî êrişên bejahî û hewayî tê. Li aliyekî ji bejahî ve dem dem êrişên DAÎŞ'ê, ji hewayî ve jî êrişên dewleta tirk û li aliyekî din ambargoya ji hêla Hukumeta Herêma Kurdistanê hatiye danîn heye. Ji hêla herkesi ve tê zanîn ev êriş li dijî zagonên navneteweyî û li dijî exlaqê mirovahiyê ne, lê li ruxmê wê deng ji tu hêzên berpirsiyar dernakeve û hemû aliyan çav û guhê xwe li beramberê vê bêmafiyê girtine. Ji roja destpêka penaberiya me heya roja îro bi şêweyên cur be cur ev êriş û leyistokên qirêj yên li beramberê gelê me yê penaber dom kirine û hîna jî di astek herî dijwar de didomin. 
 
Ambargoya bê sedem vaye saleke didome û êrişên hewayî yên van demên dawî li ser wargeha me nîşaneyên berçav yên vê êriş û dijminahiyê ne. Ev polîtîka û planên beramberê gelê me bi zanebûn û bi armanca parçekirin û belavkirina wargehê pêk tên. Gelê me gelekî xwedî doz û nasnameyeke siyasî ye, bi hêviya daxwazên gelê Kurd werin pejirandin û ew ji li ser axa xwe bi awayek azad weke tevayî gelên cîhanê jiyan bikin ketiye vê rêya dûr û dirêj. Gundên wan hatine şewitandin, malên wan hatine wêrankirin, bi îşkence û pêkanînên derveyî mirovî re rûbirû hatine û neçar hatine hiştin ku welatê xwe, mal û milkê xwe, rez û bostanên xwe biterikînin û penaber bibin. Jiber vê doz û nasnameya xwe ya siyasî, ji ber vê helwest û sekna xwe ya serî natewîne, herdem û her gav di jiyana xwe ya 26 salên penaberiyê de rastî êriş û planên qirêj hatine.
 
 Di jiyana xwe ya penaberiyê de neçar mane gelek warên cuda bigûherin, bi dehan hemwelatiyên bê guneh di encama êrişên dijmin û hevkarên wan de jiyana xwe ji dest dane, gelek zaroka jiyana xwe ji dest dane, serê mirovên  60-70 salî hatine jêkirin, bi hemû şert û mercên zor û zehmet re rûbirû mane û heya roja îro hatine. Tevayî ev êş û azar ji bo jiyanek bi rûmet û serfiraz hatine kişandin û ev gel ji bo jiyanek azad ketiye vê rêya domdirêj. Gelê me yê penaber, gelekî sivîl û mazlûm e, gelekî welatperwer û dilsozê doza azadiyê û nasnameya netewî ye. Tu caran li beramberê derdora xwe û li beramberê hêzên wargeh dibin sêwana wan de, tevgerên ji dervey zagonên navnetewî û herêmî nîşa nekirine, bi derdora xwe re herdem di nava aşitî û aramiyê de jiyana xwe domandine. Jiyana 22 salan ya Mexmûrê nîşaneya wê ya vekiriye û gelên herêma Mexmûrê şahidê vê rastiyê ne.”
 
Weke gelê penaber ya Wargeha Şehîd Rustem Cûdî, çawa heya îro me jiyana xwe bi awayekî nûnertiya nasnameya siyasî ya parçeyek ji doza gelê Kurd aniye, wê ji îro pêde jî armanca me ya sereke jiyanek birûmet û jiyanek serfiraz be. Her wiha wê jiyanek sivîl, demokrat, mirovperwer, rêzdariya zagonan, cirantiya bê pirsgirêk armanca me ya bingehîn be. Weke gelê Mexmûrê hemû jiyana me bi şêweyek zelal li ber çavane, em dibin sêwana Neteweyên Yekbûyî de xwedî nasname û mafê penaberiya siyasî ne û ev yek bi taybet ji hêla Hukumeta Navendî Ya Iraqê û Hukumeta Herêma Kurdistanê ve tê zanîn. Her pênç sal carekî li wargehê ji hêla Neteweyên Yekbûyî, Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê û Hukumeta Herêma Kurdistanê ve serjimêriyek ya şêniyê çêdibe û gelek caran jî bi daxwaza Tirkiye û hevalbendên wê li wargehê lêgerîn hatine pêkanîn. Lê her carekî bi delîl û nîşaneyan, bi rapor û belgeyan ji hêla komîsyon û hêzên berpirsyar ve ev bêbextî û gote got vala hatine derxistin û hatiye piştrastkirin kû wargeh wargeheke sivîl û bi temamî jiyana wargehê jiyanek civaki ye. 
 
Ji xwe heya sala 2014’an nûnertiya Hukumeta Herêma Kurdistanê û NY di nava wargehê de bûn, pêvajoya piştî 2014’an jî bi caran nûnerên NY, Iraqê, parlementer, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û yên mafê mirovan serdana wargehê dikin û niha jî ew serdan didomin. Heya niha jî têkiliyên NY bi wargehê re berdewam e, herî dawî pêşiya nexweşiya virûsa korona ya tevayî Cîhanê xistî bin bandora xwe komisyona nasnameyan ya wezareta koç û koçberan û Neteweyên Yekbûyî di meha Çile 2020’an de li wargehê bûn û danûstandinên nûnerên gelê me û saziyên me li gel saziyên derve û hukumetên berpirsyar didomin. Di pêvajoya nexweşiyê û qedexeya hatin-çûnê de jî li Musil hevdîtin bi ofîsa NY û nûnerên Hukumeta Navendî ya Iraqê re hatine pêşxistin. Tenê ji sedema Virusa Korona demeke ev xebat rawestiyane, lê têkilî li ser medya civakî berdewam e. Weke gelê wargeha Mexmûrê heya niha deriyê me ji bo tevayî saziyên civaka sivîl, saziyên mafê mirovan yên herêmî û navnetewî, nûnerên hukumet û partiyên siyasî, her wiha ji bo çapemeniya azad vekiriye û tu caran ji bo vê me astengî dernexistine. Serjimêriya me ya 2019 li arşîva Wezareta Koç û Koçberan, Neteweyên Yekbûyî û saziyên eleqeder heye û tevayî raya giştî dizane ji sedê heftê şêniyên wargehê jin, zarok û temen mezin in.
 
Weke gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî em bi tu şêweyî nirxandin û daxwiyaniyên nûnerê Hukumeta Herêma Kûrdistan yê bersivdayîna raporên navnetewî Dîndar Zêbarî kû wargeha me dike hedef û weke wargehekî serbazî dide nîşakirin napejirênîn û em vê bi niyazek xirab dinirxînin. Di demek wisa girîng de ku li ser tevayî destkeft û nirxên gelê Kurd êrişeke dijminane heye û gav bi gav xaka başûrê Kurdistanê ji hêla dagirkeran ve tê dagirkirin û rojane sivîl dibin qûrbaniyê êrişên dijmirovî, nirxandinek bi vî rengî, ji hêla me ve weke  hedefgirtin û amadekariyên qirkirina sivîlan dinirxînin. Ev bû cara duyem heman kes ango Dîndar Zêbarî bi navê Hukumeta Herêma Kurdistanê daxwiyaniyên bi lênêrîna dijmin, dûrî rastiyê û ji derveyî exlaqê Kurdperweriyê zarok û jinên wargehê, gelê me yê mazlûm û sivîl dike hedef û ev jî rê li ber êrişên dijminan vedike. Daxwiyaniyên Dindar Zêbarî yên derbarê gelê Mexmûrê û wargeha me de, nirxandinên berovajî rastiyê ne, nirxandinên raste rast gelê me dike armanca êrişan û yên reşkirinê ne. Weke gelê Mexmûrê em ji van nirxandin û daxwiyaniyan dilgiran in, napejirênîn û em layîqê kesayetek Kurd û partiyek Kurdî nabînîn. Weke gelê Mexmûrê em bi eşkereyî dibêjin, ger ji îro pê de êrişên dijminan berdewam bikin, wê para nirxandinên Dîndar Zêbarî, PDK û hukumeta herêma Kurdistanê hebe û ew wê di ber qirkirin û zererdayîna sivîlan de weke berpirsyar werin zanîn.
 
Ji bo vê em bang li tevayî partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê kû şirîkê Hukumeta Herêma Kurdistanê ne dikin, erk û rolê xwe yê Kurdperwerî û wijdanî bi cih bînin, li beramberê van daxwiyaniyan helwesta xwe bi şêweya zelal deynin holê. Her wiha em bang li Neteweyên Yekbûyî, hukumeta Navendî ya Iraqê, wezareta navxweyî ya Iraqê, tevayi saziyên civaka sivîl, saziyên mafê mirovan, kesayetên navdar û partiyên siyasî dikin demildest li ser PDK zextan pêk bînin û dawî li vê ambargo û êrişên dijmirovî bênin. Her wiha em bang li saziyên eleqeder, Neteweyên Yekbûyî, Hukumeta Navendî ya Iraqê û çapemeniya azad dikin, bên bi çavê xwe wargeha me, jiyana gel bibinin û ji raya giştîre rastiyê eşkere bikin. 
 
Em di wê baweriyêde ne wê hêzên xwedî wijdan û berpirsyar, li erkê xwe xwedî derbikevin û li beramberê vê rewşa ne rewa û bê maf dengê xwe derbixin û li rexa doza gelê me ya maf cih bigirin. Em gelê penaber tu wateyê nadin van nirxandinên bê bingeh ku tu eleqeya xwe bi rastiyê ve tune ye, her wiha em bi eşkereyî bersiva Dindar Zêbarî didîn em ne serbaz in, wargeha me ne serbazgeh e, em milletekî sivîl, demokrat, dilsozê gelê Kurd û doza gelê Kurd in. Li şûna PDK li xwe vegere, dawî li vê zilm û zordariya xwe bîne, dawî li ambargoyê bîne, me dike hedef.  Ji bo gelê me cihê xemgînî û li beramberê tevayî gelê Kurd jî cihê şermê ye. Em dubare banga têkoşîna li dijî dagirkeriyê li gelê başûrê Kurdistan dikin, bêdengiya heyî çav li dagirkerî û qirkirina girtine. 
 
Daxuyaniya çapemeniyê bu dirûşmên; ‘Bijî Yekîtiya Gelê Kurd’, ‘Bimre Îxanet’, ‘Bijî Rêber Apo’ bi dawî bû.