'Em ê çanda Kurdî bidin jiyîn'

  • 09:46 3 Tîrmeh 2020
  • Rojane
HELEB - Yekîtiya Rewşenbîran û Navenda Çand û Hunerê ya Bajarê Helebê ji bo bîranîna Bariş Çakan  şevbuhêrek li dar xistin.
 
Di 1'ê Hezîranê de  ciwanê bi navê Bariş Çakan yê 20 salî ji ber stranên kurdî guhdar dikir li Enqereyê hat qetilkirin. Ji bo bîranîna Bariş Çakan Yekîtiya Rewşenbîran û Navenda Çand û Huner a bajarê Helebê şevbuhêrk li dar xistin. Di şevbuhêrkê de bi dehan şêniyên taxa Eşrefiyê, Şêx Meqsûd, sazî û dezgehên sivîl amade bûn.Her wiha şêwekarên jin jî di şewbuhêrkê de amade bûn.  
 
Şevbuhêrk bi deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Navenda Rewşenbîran Leyla Xalid di şexsê Bariş de tevahî cangoriyên azadiyê bi bîr anî û wiha got: "Dema mijar dibe kurd hemû dijminê me dibin yek û dixwazin çanda kurdî ji holê rabikin. Hemû neyarên me li hev kom dibin û bi çarenûsa me dileyîzin, her wiha dixwazin Gelê Kurd yê ku ji gelên herî kevnar in bi hovîtî qir bikin. Kiryarên ku li ser jin û ciwanên me tê kirin diyar dike ku zihniyeta dîktator dixwazin hebûna kurdan ji holê rake. Bi hezaran mirovên kurd ji bo ku bi bi zimanê xwe diaxivin û stranan guhdar dikirin hatin qetilkirin, lê em soz didin wan şehîdan ku em ê li ser riya wan bimeşin û em ê çanda kurdî bidin jiyîn."
 
Herî dawî jî hunermend berhemên xwe pêşkêş kirin.  Amûrê tenbûrê ji aliyê Mamoste Delîl Kîbar, amûrê kemanê ji aliyê Fewzî Hemze û Idrîs Mistefa, amûrê zirne ji aliyê Cemîl Şenik  û ya gîtarê jî ji aliyê Liqman Hesen ve hatin pêşkêşkirin.