'Rêber Apo hebûn û vîna me ye'
- 09:02 8 Tîrmeh 2020
- Rojane
Fîdan Abdullah
ŞEHBA - Jinên Efrînê yên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtine li ser tecrîda girankirî gotin: "Em tucaran tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin qebûl nakin, ji ber tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin li ser tevahî jinan jî tê meşandin. "
Di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî hat dîlgirin. Ev demeke dirêjê tecrîdek girankirî li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin. Têkîldarî tecrîdê Jinên Efrînê yên ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtine axivîn û tecrîd şermezar kirin.
Jina bi navê Şediye Henan naskirina xwe bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re wiha anî ser ziman: "Me di demê Rejîma Sûriyeyê de kar û xebat dida meşandin. Di sala 1994'an de Rêber Apo civînek têkîldarî bercewendiyên dewletan û rewşa jinê li bajarê Helebê lidarxist, ez jî di wê civînê de amadebûm. Me wek jin di wê demê de soz da ku em ê ji bo şoreşa Kurdistanê kar bikin û li pey fikir û ramanê Rêber Apo bimeşin. Fikir û ramanê Rêber Apo di aliyê azadî jinê de gelek me bandor dikir. Rêber Apo her mafê jinan diparast û dixwast jin hebûna xwe ava bike."
'Em tecrîdê bi tundî şermezar dikin'
Şediye herî dawî jî tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin bi tundî şermezar kir û wiha pê de çû: "Dema Rêber Apo hat dîl girtin ji bo jinan gelek giran hat, lê me soz da ku em ê karê xwe bidomînin û xeta azadiya jinê mezin bikin. Tecrîdek girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin, di nav de jî hemû hêz bûne yek û bi yek destê êrîşî kurdan dikin. Em tecrîda girankirî yê li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin û êrîşên ku li ser kurdan tên kirin, em tucaran serî xwe natewînin û em ê her doza azadiyê bikin. Xwestaka me yê herî mezin ew e ku em Serokê xwe di nava xwe de bibînin."
'Bêdengiya cîhanê
Jina bi navê Semîre Ebdo jî tecrîda ku li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê meşandin şermezar kir û wiha axaftina xwe bi lêv kir: "Min di sala 1990'an de Rêber Apo dît, bi dîtina Rêbertî me gelek moral girt. Heta roja îro jî ez moral û enerjiya xwe ji Rêber Apo digirim û karê xwe didim meşandin. Rêber Apo 21 sal bû di girtîgehê de ye û tecrîdek girankirî li ser tê meşandin, ji ber ku Rêber Apo banga mirovên bindest dike ji aliyên dewletên desthilatdar ve tecrîd girantir dibe.
Bêdengiya cîhanê diyar dike ku ew jî hevkarên dagirkerî û tecrîdê ne."
Semîre, di axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên li hemberî jinê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Her wiha di demê dawî de dewleta tirk a dagirker dixwaze Gelê Kurd qir bike û bi taybet jinên pêşeng armanc digire, lê bila dewleta tirk jî baş bizanibe em hêz, fikir û felsefeya xwe ji Rêber Apo digirin, ji bo wê tucarî hebûna me tune nabe û îradeya me nikare bişkine. Azadiya me bi azadiya Rêber Apo re girêdayî ye. Em tucaran tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin qebûl nakin, ji ber tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin li ser tevahî jinan jî tê meşandin. Daxwaza me ew e ku parêzer û malbat derbasî Rêber Apo bibin û rewşê wî ji me re were ragihandin."







