‘Çîrokên me li ser êşê hatine honandin’

  • 09:03 8 Tîrmeh 2020
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Serpêhatiya Mewlude Dîker, Sabriye Başegemez û Lahye Arşîmet yek in, di salên 93'yan de zarokên xwe windakirin. Dayikan gotin: "Çîrokên me li êşê hatiye hunandin û me zarokên xwe bi wan çîrokan mezin kir. Hesret û hers dilê me dagirkiriye."
 
Di navbera salên 1993'yan û 1994’an de li herêmê polîtîkayên taybet ên şer hat meşandin. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, gund hatin valakirin û şewidandin. Yek jî wan Farqin û gundê Farqînê ye. Jinên ku li Farqînê dijîn zarokên xwe di navbera wan salan de winda kirin û her dayikek serpêhatiyek wê ya cuda heye, lê belê êşa windakirina zarokan serpêhatiyan dayikan tîne cem hev. Mevlude Diker, Sabriye Başegemez û Lahye Arşîmet serpêhatiyên xwe ji ajansa me re vegotin. 
 
Mewlude Dîker (80) demek li gundê Qayadera Farqînê dijî piştî bûyerên di nava malbatê di salên 80’yan berê xwe dan Farqîne. Di vê demê li navçeyê kiryarên hizbûlahê gelek bû. Dayika Mevlude pêvajoya ku jiyayî wiha tîne ziman: "Dema hatin navçeyê şer gur bibû. Her roj dengê çekan dihat. Her roj cenazeyek li erdê bû. Em bi êrîş û îşkenceyan re rûbirû diman. Di rewşeke wisa de gelek jin bi tacizê re rûbirû diman. Keça min jî bi nêzîkatiyeke wisa re rûbirû ma. Di sala 1981’an de bi zorê me ji avahiya me derxistin. Em neçar man me xaniyê xwe ji wan re bihêlin. Ji derdora me gelek kes hatin qetilkirin. Lawê min Henîfî Dîker ê ku her tim li dijî van zordestiyan hêrs dibû berê xwe d çiyê. Lewra ev jî bû sedem ku li ser me zext zêdetir bibin. Hevserê min û kurê minê din hatin binçavkirin û bi mehan îşkence li wan hatin kirin. Em jî li dijî kiryaran tevlî xebatan bûn. Ez nêzî 20 salan li dijî kuştin û pêkûtiyan di nava têkoşînê de bûm."
 
'8 şehidên min hebûn' 
 
Mewludeyê ku bi salan têkoşîna jiyanê da wiha qala salên 1992'yan kir: "Kurê min 1992’yan de bi saxî dikeve destê dewletê. Piştî demek dirêj Mewlude pê dihese.  Bi saxî agir diberdin canê wî, goştê wê jê dikin. Ji ber ku lawê min îxanetê qebûl nake tê qetilkirin. Di wê demê de kes nediwerê xwedî li cenazeyên xwe derkeve. Lê gurminiya dilê min nedihêla ku ez tiştekî bifikirim. Min ligel hemû astengan û gefan mezelê wî li goristana Smaîlkan a ku dikeve li ser rêya Sasonê çêkir. Niha 7 mezelên din ên ku bê xwedî ne li gel mezelê Henefî hatine veşartin. Êdî 8 şehîdên min hebûn. Min ji 8 şehîdên xwe re bi arîkariya HDP’yê mezelên nû çêkir. Ez her hefte diçim li ser gorên wan dua ji wan re dikim. Ji xwe piştî wê ji rewşa me hîn awarte dibe. Li gundan êşkence, girtin, kuştin di asta herî jor de dihatkirin. Her roj dihatin digotin cihê PKK’yî yan ji me re bêjin. Digotin em ê mala we xirabikin, em ê nahêlin hûn nan bixwin. Yan em ê bibin xayîn û çete yan ji em ê jiyan nekin. Gelek gelek tişt dît û jiya..." 
 
'Binaxkirina 3 canan ne tiştek hêsan bû' 
 
Sabriye Başegemez (88), li Farqînê dijî û di salên 1993’yan de 3 kurên wê ji hêla kesên ne diyar ve tên kuştin. Sabrîye, wiha behsa salên 93'yan kir: "Jiyana me kurdan her tim di nava zehmetiyê de derbas dibe. Derdê me ne yek e û ne jî du ye. Min ji canê xwe 3 can dan û hîna ez bi êşê dijîm. Ez pîrbûm, min her tiştê ji bîr kir û hêdî hêdî ez xwe jî jibîrdikim. Lê mirina zarokên min her tim li ber çavê min zindî ye."
 
Sebriye ji ber ku nikare biaxive keça wê Edîbe Ozger bi me re berdewam dike. Edîbe pêvajoyên ku jiyanê bi van hevokan tîne ziman: "Gefên li ser malbata min her tim dom kir. Her roj bi hincetên cuda bi ser mala me de digirtin. Carekî ez li dijî van derketin, min binçav kirin. Bi her awayî tundî li me kirin. 2 birayên min ên ku xwedî malbat û zarokên van hebûn hatin qetilkirin. Niha jî faîl û sedem ne diyar in. Dayika min her roj piştî ku kurêkî xwe winda kir her roj diçû goristanê, lê piştî ku 2 birayên min ên din jî hatin hatin qetilkirin êdî neçû goristanê. Dilê wê nedigirt. Digot bi dîtina wan ez hezar caran dimirim. Binaxkirina 3 canan ne tiştek hêsan bû û hîna ji bi wê êşê dijî. Ji xwe gefên ku li ser me de hatine em bêjin dawiya wan nayê.”
 
‘Çîrokên me li ser êşê hatine honandin’
 
Lahye Arşîmet (50) a li gundê Malabadî ya Farqînê dijî wiha behsa serpêhatiyên xwe kir: "Deng û tirsa heyî tucar ji bîra min naçin. Zext û zordariya hizbullahê li vî demê gelek zêde bû. Roj tunabû ku em li kolanan cesedekî nebinin. Zarokên me ji dibûn şahidê van bûyeran û ne pêkane bû ku li hemberî wê serî ranekin. Çîrokên me ji tim li ser van êşan hatiye honandin. Zarokên me bi wan çîrokan mezin bû. Ji ber wê jî dilê wan her tim hesret û hêrsê dagirtibû. Kurê min Şerafat Arşîmat di salên 2009’an de tevlî refên gerîla dibe. Piştî çend sal şûnde pêvajoya aştiyê hat destpêkirin. Ew roj ji bo me rojeke hêvî û kêfxweşiyê bû. Lê çawa ku pêvajoya aştiyê ji holê rabû piştî du roj şûnde şahadeta kurê min hat îlan kirin. Êdî ji holê rakirina pêvajoya aştiyê bêhtir dilê min diêşand. Wê êdî bêhtir dayik bigirîn wê êdî bêhtir zarok bihatana qetilkirin.”
 
Lahye bi vê stranekî hestên xwe wiha anî ziman: 
 
"Wî de lorî, delalê min lorî.
 
Wele ez birîndarim, tu dixtorî
 
Ka rabe birîna min dermankin, ez bi gorî
 
Divê lê lê lê daye, wele derman ketiye axê gorî
 
Derman û heqê xwe bixwaze ji rebê jorî."