Ji jinan li dijî efûya êrîşa zayendî bertek: Em ê kolanan terk nekin

  • 09:08 19 Tîrmeh 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Aktîvîstên jin bal kişandin ser pêşnûme qanûna afûkirina êrîşên zayendî ya li hemberî zarokan û gotin: "Zewicandina zarokan, teşeyekê îstîsmara zarokane, binpêkirina mafê zarokane. Heke êrîşa zayendî bêceza bimîne wê tabloyek bi xof derkeve holê. Em ê li dijî qanûnê bêdeng nemînin.”
 
237 rêxistinên jinan li dijî hewldana têkildarî xala 103’yemîn a Qanûna Cezaya Tirk (TCK) ya ku sûcên êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan sererast dike, hatin cem hev û Platforma Jinan a Li Dijî Efûya êrîşa zayendî ya li hemberî zarokan a TCK ya 103’an ava kirin. Jinan piştgirî dan platformê û gotin wê li dijî qanûnê li kolanan bin.
 
Seroka Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê Muzeyyen Alpşen ya di damezrandian Platforma TCK 103 de cih digire wiha got: “Ev polîtîka ne tenê li jinan li civakê tê ferzkirin. Divê em jî di vê mijarê de hişyar bin. Ev pisgirêka hemû welatiyên li vî welatî dijî ye. Ji ber ewil nebz dipîvîn û ger bertek hebe şûnde vedikişinin. Rojeveke din ava dikin û ji nûve derdixin. Lê em ê destûr nedin ku ev qanûn bê derxistin."
 
‘Ji sedî 98’ê gel li dijî zewaca di bin temenê 18’yî de ye’
 
Muzeyyenê, da zanîn ku Komeleya Jinan a Havle ya ji femînîstên musliman pêk tê, di meha sibatê de lêkolîneke li bajarên cuda pêk aniye û got: “Ji sed kesî tenê kesek zewaca di bin temenê 18’yî de erê dike. 98 kes jî erê nake. Alîgir dibêjin ya ‘gel wisa dixwaze’, gelo ew gel kî ye? Ji sedî yek aliyê marjînale? Her wiha zarok bi tecawizkar re tê zewicandin. Gelo yê rastî tecawizê hatibe law be hûnê çi bikin? Kes tiştekî wisa qebûl nake. Ev qanûn nikare bê derbaskirin, divê qet neyê rojevê jî.”
 
‘Em zarokan ji însafa AKP’ê re nahêlin’
 
Ji Tora Piştevaniya Jinan Emîne Akbaba daxuyakirin ku ji roja AKP hatiye avakirin heta niha bi awayekî sîstematîk îstîsmara zarokan rewa dike û hewl didin ku beyî agahiya tu kesî qanûnan ji meclîsê derbas bikin û got: “Di 2016’an de di nîvê şevê de pêşnûme qanûn anîn lê jinan bi şev û roj kolan terk nekirin û şûnde hat kişandin. AKP dixwaze pêvajoya pandemiyê veguherine derfetê. Her cara dixwazin îstîsmara zarokan rewa bikin, jinan li hemberê xwe dibînin. Ji ber vê jî di pêvajoya pandemiyê de carek din anîn rojevê. Lê jin wê destûr nedin vê. Em zarokan ne ji însafa AKP’ê ne jî ji ya Diyanetê re dihêlin.”
 
‘Pêvajo ji xwe re kirin derfet’
 
Arzu Sert jî destnîşan kir ku ew wek Pîrebokên Kampusê dixwazin di Platforma TCK 103 de cih bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 2016’an heta niha bi şîdeta li ser jinan re şîdeta li ser zarokan jî zêde bûye. Bi qanûna înfazê re, gelek gumanbar hatin berdan. Di demên dawî de sê jin hatin qetiklirin û yek ji gumanbaran jî kesê ku hatibû berdan bû. Me gotinên wek ‘şîdeta li ser jinan kêm bûye’ ji Suleyman Soylu bihist. Me gotinên wek ‘wê ji peymana Stenbolê bê derketin’ ji Numan Kurtulmuş bihist. Pêvajoya pandemiyê derfet dîtin. Lê jinan tevî her tiştî kolan terk nekirin. Tişta ku dixwazin ev e ku malbatê pîroz bikin. Dixwazin jinên diçin zanîngehê, jinên dixwazin bixwînin hepsê malê bikin. Di demên dawî de mezinbûna tevgera jinan ew nerehet kirin. Êrîşên li hember aktîvîstên jin, li hember Rojbîn Çetîn û Komeleya Rosa, Piştevaniya Mor jî ji ber vê sedemê ye. Em ê jî kolanan terk nekin û xwe xurt bikin.”
 
‘Dê sûc zêde bibin' 
 
Ji Mor Sarmaşik parêzer Dîlara Uzen jî daxuyakirin ku li gorî TCK 103 îstîsmara zarokan ji 3 salan heta 8 salan tê cezakirin û got: “Zewicandina zarokan, teşeyekê îstîsmara zarokane, binpêkirina mafê zarokane. Di rewşa ku ev qanûn ji meclisê bê derbaskirin de wê potansiyela sûc jî xurt bibe. Heke êrîşa zayendî bêceza bimîne wê tabloyek bi xof derkeve holê. Em ê li dijî qanûnê bêdeng nemînin.”