Gûmanbar hewl da li nexweşxanê xwe bigihîne jina xwest qetil bike
- 16:39 23 Tîrmeh 2020
- Rojane
Dîlan Babat-Şehrîban Abî
WAN - Malbata jina bi navê F.K. ku Mehmet Karagulle xwest wê qetilbike diyar kir ku F.K. 10 sal e bi îşkenceyê re rûbirû dimîne û gûmanbar li nexweşxaneyê jî bi rêya prsonelan xwestiye xwe bigihîne F.K. ku îfadeya xwe paş ve bikişîne.
Li Wanê di 19'ê Tîrmehê de Mehmet Karagulle xwestibû jina pê re zewicandî F.K. qetil bike û bi alavê jêkirinê ew giran birîndar kiribû. F.K. ya ku giran hat birîndarkirin rakiribûn nexweşxaneyê û li beşa lênêrtina giran dihat dermankirin. F.K. ya ku ji gewrî, berzendik û nava xwe derb xwaribû 4 roj bû xeteriya wê ya jiyanê berdewam dikir. Lê malbata wê îro diyar kir ku rewşa F.K. ber bi başbûnê ve diçe.
Mehmet Karagule jî hat binçavkirin û girtin.
Xuşka F. ku nexwest navê xwe bide diyar kir ku xuşka wê 10 sal e ji aliyê mêrê pê re zewicandî ve û malbata wî hatiye îşkencekirin.
Gûmanbar Mehemet Karagulle ji dayika xwe re gotiye ez ê F. bikujim.
Xuşka F. diyar kir ku xuşka wê ji roja hatiye zewicandin ji aliyê kesê pê re zewiciye û malbata wî ve tê îşkencekirin û gûmanbara beriya F. birîndar bike ji dayika xwe re gotiye ku ew ê F.bikuje. Herwiha xuşka F. diyar got ku F. beriya bê birîndarkirin telefonî wê kiriye û gotiye, 'wê min bikujin', wê jî ji xuşka xwe re gotiye; "Biçe qereqolê gilî bike û li wê nemîne. Lê ew ji bo zarokên xwe neçû qereqolê û ji malê jî derneket. Hevjînê wê jî destûr nedida ku em biçin mala wê. Berî bi 5 rojan Mehmet beriya ku F. birîndar bike ji dayika xwe re gotiye 'ez F.bikujim' û hewl daye bikuje. Xuşka min ji me re tu tişt nedigot .Dema bigota jî Mehmet ew tehdît dikir û digot, 'ez ê bira û xuşkên te bikujim û tehdît dikir."
'Bêhlin bila bimire û bavêjin çemekî'
Xuşka F. anî ziman ku dema F. ji aliyê Mehmet ve hatiye birîndarkirin bav, dayik û birayên wî jî li malê bûne û wiha berdewam kir; "Mehmet piştî ku F. birîndar kiriye li ber serê wê maye. Dema ku F. xwestiye ji cihê xwe rabe jî gotiye heta ku tu bimirî ez nahêlim tu ji cihê xwe tev bidî û li ber serê wê maye. Piştî ku Mehmet ji odê derketiye F. bi çarpêkan çûye ber deriye malbata Mehmet û gotiye, 'alîkariye bidin min' lê li gel ku her derê malê di nava xwînê de maye jî , xesûya wê li gel rewşa F. jê re dibêje 'rabe derewan neke' û alîkariyê pê re nake. Zafayê hevjînê F. piştî wê di wê rewşê de dibîne dibêje 'rewşa wê nebaş e divê em gazî ambulansê bikin'. Lê xesûya wê T.K. dibêje 'dest jê berdin bila bimire biavêjin çemekî' û nahêle kes alîkariyê bidê."
'Bi israr pirsa dayika xwe kiriye'
Xuşka F. diyar kir ku lawê F. yê mezin dema ji xewê şiyar dibe û malê di nava xwînê de dibîne bi israr dayika xwe dixwaze û ev tişt got; "Li gel ku law ê xuşka min bi israr dayika xwe dixwaze dayika wî nîşanî wî nakin. T. ji xwarziyê min re dibêje 'wê dayika we bimire' û xwarziyê min dibe odeyeke din . Ev gotinên ku F. li nexweşxanê ji me re û di îfadeya daye polîs de gotine."
Herwiha malbata F. îda kir ku gûmanbar Mehmet Karagulle li nexweşxaneyê jî bi rêya personelan xwestiye xwe bigihîne F. ku îfadeya xwe biguhere.







