'Êrîşa zayendî polîtîkaya dewletê ye'
- 16:02 28 Tîrmeh 2020
- Rojane
STENBOL - Rêvebera ANYAKAY-DER'ê Xanê Kurum, têkildarî tundiya li ser jinan û destdirêjiya li dijî zarokan wiha got:"Tundiya zayendî û destdirêjiya zarokan êrîşa polîtîk û bîrdozî ye. Êrîşa li dijî têkoşîna jinan e. Lê em tu carî dest ji vê têkoşîna xwe bernadin."
Komeleya Piştevanî û Alîkariya Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadolu (ANYAKAY-DER), bi boneya balê bikişîne ser kuştina jinan û destdirêjiya zarokan, li avahiya komeleya xwe ya Aksaraya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de Hevserok û rêveberên Komeleya Piştevanî û Alikariya Malbatên Girtiyan a Marmara (MA-TUAYDER) û gelek nûnerên din amade bûn. Rêvebera ANYAKAY-DER'ê Xanê Kurum, anî ziman ku li şûna îktîdar tundî û destdirêjiya li dijî zarokan bi dawî bike, bi navê "zewaca" rê li pêş binpêkirina mafên zarokên di bin 15 salî re vedike. Xanê, anî ziman ku zagona hêjmar 6284'an pêk nayê û daraz berpirsiyariyê ji ser xwe davêje.
Xanê, bi bîr xist ku AKP rol û rista xwe ya li dijî Peymana Stenbolê pêk nîne û daraza wê ya mêr fermana wê dixe meriyetê û wiha got: "Îktîdara AKP'ê di 18 salên îktîdara xwe de li dijî kuştin, destdirêjî û tecawiza jin û zarokên li Kurdistanê çavê xwe digire. Tecawiza li Girtîgeha Pozantiyê ku li zarokan hat kirin, hêj li pêş çavan e. Di rojên dawî de dîsa li Êlih û Şirnexê bûyerên tacîz û tecawize dikevin rojevê. Ev sûcê AKP û MHP'ê nîşan dide. Tundiya zayendî û destdirêjiya zarokan êrîşa polîtîk û bîrdozî ye. Êrîşa li dijî têkoşîna jinan e. Lê em tu carî dest ji vê têkoşîna xwe bernadin."







