Şanaz Îbrahîm: Dest ji Kurdan berdin

  • 21:56 5 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed bal kişand ser rewşa li herêmê û taybet şerê li Îranê û got: “Ev şerên tê meşandin ji bo Kurdan pir dijware. Ne gengaze ku Kurd ji îro pêde bibin amûrekê di destê hêzên mezin ên cîhanê de. ”
 
Endama Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Şanaz Îbrahîm Ehmed, di salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê de bi peyamekê ji hemû aliyên têkildar re got divê gelê Kurd nebe amûrek di nakokiyên hêzên mezin û bang li wan kir ku dev ji Kurdan berdin.
 
Şanaz Îbrahîm Ehmed di salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê de peyamek da: “Di sala 1991’an de, gelê Kurd ji bo serhildana li dijî rejîma Sedam Husên hat teşwîqkirin, lê di dawiyê de ew bi çarenûsa xwe re tenê man. Dema ku şert û merc guherîn jî kesî me neparast, di heman demê de helîkopterên şer û tank ji bo tepeserkirina serhildanê hatin bikaranîn. Ew bîranîn hîn jî di hiş û bîra me ya kolektîf de zindî ne. Îro, em wan rojên serhildanê b bîr tînin û em ji bîr nakin ku me çi dersan jê girtin.”
 
Şenaz Îbrahîm behsa pêşketinên li Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê jî kir û got: “Di salên dawî de, me dît ku çi bi serê Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê, ango Rojava hat. Tevî hemû sozên ku li wê herêmê ji Kurdan re hatine dayîn û ruxmê ku Kurd li hember çeteyên DAIŞ’ê yên ku dijminê mirovahiyê ne rawestiyane lê, di dawiyê de me dît ku gelê Kurd bi çi nêzîkatiyê re rûbirû hatin.”
 
Şanaz Îbrahîm di derbarê rewşa Iraqê û Başûrê Kurdistanê de jî axivî û wiha vegot: “Îro, gelê Kurd li Iraqê di dawiyê de tama aramî û serfiraziyê dît. Ji ber vê yekê, ev şerên tê meşandin ji bo Kurdan pir dijware. Ne gengaze ku Kurd ji îro pêde bibin amûrekê di destê hêzên mezin ên cîhanê de. Ezmûnên berê nîşan didin ku pir caran dema ku hêz û fedakarî hewce ye, ew berê xwe dane Kurdan. Ji ber vê yekê, ez bang li hemû aliyên têkildar dikim; ‘Dest ji Kurdan berdin’ em ê nebin amûr di destê kesî de.”