MSD'ê banga beşdariya jinan a di pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê de kir
- 11:12 8 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - MSD'ê rola jinên Sûriyeyê di salên borî de nirixand da zanîn ku beşdariy sembolîk a jinan napejirînin. MSD`ê diyar kir ku divê beşdariya wan a çalak di pêvajoya siyasî û avakirina sibroja Sûriyeyê de were misogerkirin.
Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi boneya 8`ê Adrê Roja Jinan a Cîhanê, daxuyaniyek weşand û diyar kir ku jinên Sûriyeyî têkoşîna xwe ya ji bo azadî, rûmet û edaletê zêdetirî 14 sal piştî destpêkirina serhildana gel li Sûriyeyê didomînin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku jinên Sûriyeyê di salên krîza Sûriyeyê de bedelên giran dane û hate gotin "Bi hezaran binpêkirin weke girtin, revandin û windakirina bi zorê li dijî jinan hatin kirin. Li gelek herêmên Sûriyeyê gelek şêweyên tundî û binpêkirinên li dijî rûmet û mafên wan ên bingehîn pêk hatin. Tevî vê yekê, jinan li ber xwe daye û rola xwe ya parastina nirxên azadî, edalet û wekheviyê pêk anîne.''
MSD`ê diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baasê, dihat hêvîkirin ku jinên Sûriyeyê di qonaxa siyasî ya nû de bibin xwedî roleke rastîn û bingehîn, lê belê, tiştê paşê hatiye dîtin, jinên Sûriyeyê bi awayekî eşkere hatin paşguhkirin û ji cihên biryardanê hatine dûrxistin.
Daxuyaniya MSD`ê wiha dewam kir "Em bi eşkereyî dibêjin ku em hebûna sembolîk a jinan a napejirînin. Em dibêjin ku beşdariya rastîn a jinan şertek bingehîn e ji bo her pêvajoyek siyasî ya ji bo avakirina Sûriyeyek demokratîk, piralî û nenavendî. "
MSD`ê di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku siberoja Sûriyeyê bêyî jinan nayê avakirin, bidestxistina aştî û aramiya mayînde hewce dike ku rola wan a pêşeng bi tevahî were nas kirin û beşdariya wan a rastîn di avakirina dewlet û civakê de were misogerkirin.









