REPAK: 8’ê Adarê ruhê demokrasî û azadiyê ye
- 11:24 8 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - REPAK’ê 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê li hemû jinan taybet jinên Kurd pîroz kir û got: “8’ê Adarê ruhê demokrasî û azadiyê ye û jin bi têkoşîna xwe bûne sembola berxwedanê. Lewra jin dikarin bi hişmendî û hêza xwe li hember êrişên paqijkirinê yên zîhniyeta mêrsalar ya hezar salan bisekinin û têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind.”
Rêxistina Peywendiyên Jinên Kurd (REPAK) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê, daxuyaniyek belav kir. REPAK’ê got: “Em 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê, bi taybetî jinên Kurd pîroz dikin ku ji bo maf û azadiyên xwe têdikoşin. Bê guman, 8’ê Adarê ruhê demokrasî û azadiyê ye û jin bi têkoşîna xwe bûne sembola berxwedanê.”
Daxuyanî wiha ye:
“Em vê rojê li hemû jinên cîhanê, bi taybetî li jinên Kurd ku ji bo maf û azadiya xwe têdikoşin, pîroz dikin. 8’ê Adarê roja yekgirtin û lidarxistina çalakiyên jinan ên li seranserê cîhanê ye. Sala 2026 saleke guhertinê bû ku ev ji destpêka salê ve diyar bû. Mixabin em vê rojê di rewşeke siyasî ya nebaş de, di rewşeke ku şer û pevçûn li Rojhilata Navîn zêde dibin de pîroz dikin.
Her wiha wek her car, em rojên xwe bi şer û têkoşîna dijî zîhniyeta mêrsalar re derbas dikin. Îro, dem hatiye ku ev rastî ji her kesî re were eşkerekirin. Mirovahî di serdemekê re derbas dibe ku hêzên hegemonîk serdestiyê li ser gerdûnê dikin û netew-dewlet zirara herî mezin daye xwezaya civakî. Derbeya herî mezin li xwezaya civakî daye. Hemû warên ku civak li ser wan dijî, wekî aborî, jîngeh, tenduristî, xanî, perwerde û parastina bingehîn, ji aliyê dewletê ve hatine desteserkirin. Gel, civak û jin bêparastin mane.
Beriya mehekê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê çekdarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hatibû dorpêçkirin û niha jî wekî ku tê dîtin, şerekî giran û hovane li Rojhilatê Kurdistan û Îranê diqewime. Lê ne raste ku mirov bêje tenê Kurdistan di bin metirsiya qirkirina etnîkî de ye, di heman demê de Filistîn, Lubnan, Efganistan û gelek welatên din di şer û pevçûnên domdar de ne, berhem û encama van şeran bi zelalî xuya dike.
Jin bingeha her civakê ne û tiştê ku tê dîtin dîsa di van şeran de qurbanîkirina jina ye; ji qirkirin û gefan bigire heta astengkirina beşdarbûna jinan di qada siyasî û civakî de.
Divê bê zanîn ku çawa jin li seranserê cîhanê bi cureyên tundiyê re rû bi rû dimînin, jinên li Herêma Kurdistanê jî bi rêjeyek berçav ya zihniyeta mêrsalar re rû bi rû dimînin, çi di warê derûnî de be çi jî di warê fîzîkî de be. Ev zîhniyeta nijadperest û baviksalar di hemû warên jiyanê de, çi li malê be, çi jî di qada siyasî û civakî de, êrişî jinan dike. Jin dikarin bi hişmendî û hêza xwe li hember van êrişên paqijkirinê yên zîhniyeta mêrsalar ya hezar salan bisekinin û têkoşîna xwe bigihînin asta herî bilind.
Jin bi têkoşîn, xebat, pêşengtî û berxwedana xwe ji bo hemû cîhanê bûne sembola berxwedaniyê. Niha rolek liberçav û despêk di her warê jiyanê de hene. Her çiqas baviksalarî rêgire li ber pêşketina jinan, lê gewhera dilê jinan her carek xwe nû dike û her carek bi rêbaz û şêwazek cûda li qadan ji bo têkoşînê amade dibe. Di vê qonaxê de bi taybetî li Başûrê Kurdistanê ku yekgirtina netewî bi vî rengî pêşketiye, çi di warî siyasî de çi jî di warên din yên vê pêşketinê de jin xwedî rolek giring bûn.
Ji niha û şûnde jî wê jin têkoşîn û mîrateya ku ji jinên wek Roza Luksemborg, Sara, Deniz, Mîna Xanim, Hepsexan, Leyla Qasim û Viyan Soran ji wan re mane, wê têkoşînê bilindtir û xurtir bikin. Têkoşîna jinan ji cîhanê re ispat kiriye ku di her qonaxek de rola pêşeng û dîrokî digrin ser xwe.
Di dawiyê de wek REPAK em hemû jinên têkoşer ku canê xwe yê pak ji bo bidestxistina mafên jinan û mirovahiyê feda kirine bibîrtînin.
Di kesayeta jina têkoşer û pêşenga mafên jinan, Seroka Rêxistina Azadiya Jinên Iraqê Yenar Mihemed ku berî çend rojan ji aliyê hişmendiya mêrsalarî ve li Bexdayê hat qetilkirin, em soza xurtkirina têkoşînê didin û dibêjin; Emê li ser şopa vê jina têkoşer bimeşin û cihê wê tije bikin. Em soz didin ku sedsala 21’an bikin sedsala rizgariya jinan. Hemû hewldan û têkoşîna me ji bo avakirina civakek azade.
Bihêz û ronahiya xebata hevbeş a jinan, em peymana xwe nû dikin û radigihîn ku emê tarîtî û serdestiya baviksalarî di jiyana xwe de rakin. Emê hemû rojan bikin 8’ê Adar, bila her rojek wek 8’ê Adarê ji bo jinên cîhanê tije ronahî û hêvî bin.”









