ROJEVA 12'YÊ ADARA 2026'AN

  • 09:00 12 Adar 2026
  • Rojev
* Berû, ku ji demên berê heta îro sembola ji nû ve zayîn û bîra kolektîf a gelê Kurd e, bi keda jinan veguheriye qehweyê. DÎMEN HEYE 
 
* Endama Platforma Yekîtiya Jinên Kurd Muazzez Orhan, destnîşan kir ku divê li hember êrîş û rewşên tên jiyîn li Rojhilata Navîn helwestek yekgirtî nîşan bidin û got yekîtiya neteweyî pêwîstiyek lezgîn e. Muazzez Orhan diyar kir ku rêya parastina destkeftiyên Gelê Kurd bi yekîtîyê ye û banga avakirina vînek hevpar a demokratîk û wekhevîxwaz, bi pêşengiya jinan kir. DÎMEN HEYE
 
*Zehra Ehmed ku yek ji dayikên şehîdên komkujiya 12'ê Adara 2004'an a li Qamişloyê ye û ji serhildana piştî komkujiyê re jî şahidî kirye, anî ziman ku êşa komkujiyê hîna wekî roja ewil di dil wan de ye û 22 sala in ew li ser xeta şehîdan têkoşîna xwe berdewam dikin. Zehra Ahmed got çiruska Şoreşa Rojava ya ewil bi serhildana Qamişlo re dest pê kiriye.  DÎMEN HEYE
 
*Jinan diyar kir ku ji mirina biguman a Fatma Nur Çelîk û keça wê saziyên dewletê berpirsin û diyar kirin ku divê li dijî vê têkoşîna rêxistinkirî ya jinan bê mezinkirin. DÎMEN HEYE
 
*Aktîvîsta TJA’yê Rahîme Kurkçu  diyar kir ku "Jin jiyan azadî" ji dirûşmeyekê wêdetir, felsefeya jiyanê ya ku zincîrên koletiyê yên 5 hezar salî parçe dike ye. Rahîme Kurkçu wiha got: “Heta jin azad nebe civak jî ne azad e.” DÎMEN HEYE