Li Silêmaniyeyê di encama ketina dironeyê de zarokek birîndar bû

  • 10:09 12 Adar 2026
  • Rojane
NAENDA NÛÇEYAN -Droneyek li taxeke Silêmaniyeyê ket. Di encamê de zarokek birîndar bû û xisar li malan bû.
 
Li taxa Qalaw a Silêmaniyeyê, droneyek serê sibehê li herêmeke sivîlan ket. Piştî teqînê dengekî bilind hate bihîstin.
 
Li gorî agahiyên destpêkê, ji ber ketina droneyê zarokek birîndar bû û xisareke madî ya giran li 6 malan bû.
 
Ji doh bi şev û vir ve gelek herêmên Başûrê Kurdistanê dibin hedefa êrişan. Ji ber ku êriş li qadên sivîl têne kirin, gel ketiye nava fikaran.