Şahida Newroza 1992'yan: Em ê dîsa li qadan bin

  • 09:02 17 Adar 2026
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
ŞİRNEX - Şahida Newroza 1992'an a li Cîzîrê ku zêdetirî 100 kes lê hatin kuştin, got, "Em ê dîsa li qadên Newrozê bin, em ê dîsa li ber xwe bidin."
 
Ji bo Kurdistanê, Newroz sembola hebûnî ye, îfadeya herî xurt a giyanê berxwedanê û nasnameya çandî ye. Agirê pêxistî veguherînek ji tariyê ber bi ronahiyê ve ye. Kurd, li her deverê cîhanê, her sal agirê Newrozê pêdixin. Di heman demê de, Newroz berxwedana gelê Kurd temsîl dike. Newroza 1992'an wekî Newroza herî bixwîn di dîrokê de cih girt. Li Cîzîrê, bi hezaran kes li cihên cûda kom bûn û ber bi qada pîrozbahiyê ve meşiyan. Ji helîkopter û wesayîtên zirxî gule li welatiyan hatin reşandin. Tevî vê yekê, agirê Newrozê hat pêxistin. Li gorî qeydên fermî, di êrîşan de 57 kes hatin kuştin, lê li gorî gotinên şahidan,ev hejmar ji 100'î derbas bûye. Bombebarana ku li navenda Şirnexê dest pê kir, sê rojan dewam kir. Heta otêla ku rojnameger lê diman jî hat gulebarankirin. Hatîce Katar a pênc salî û Mehdî Gûngen ê neh salî bi hinceta ku ew "endamên PKK'ê" ne hatin kuştin.
 
Ji sala 1992'an vir ve, tevî hemû êşên xwe, gelê Cîzîrê ne dest ji pêxistina agirê newrozê berdaye û ne jî berxwedana xwe terk kiriye. Newroz careke din ji bo wan bûye sembola berxwedanê. Îsal, bi heman rihê berxwedanê, gelê Cîzîrê dê di 22'yê Adarê de ber bi qada pîrozbahiyê ya newrozê ve biherike.
 
Jinên ku bûn şahidên newroza dîrokî ya 10022'yan a li Cizîrê tiştên wê rojê qewimîn ji ajansa me re vegotin. 
 
'Me mafê xwe dixwest'
 
Şahida pîrozbahiyên Newroza 1992'an Hanim Gul ku wê demê  24 salî bû, diyar kir ku ew  ji bo Newroza 1992'an gelek kêfxwş bûn, mîna her sal ku diçûn pîrozbahiyê û anî ziman ku her kes, ji biçûkan bigire heta mezinan, di pîrozbahiyên Newrozê de amade bû, li ber xwe dan û tevî hemû zextan serî hildan. Hanım Gun got, "Em li kolanan dimeşiyan, hewl didan ku bigihîjin cihê ku Newroz lê dê bihat pîrozkirin. Agirê Newrozê pêxistibû. Me li dora agir govend gerand. Berxwedana me wê demê pir mezin bû. Me serî neditewandi. Mîna her kesî, me mafên xwe dixwest."
 
Berîvan û Cîzîr
 
Hanım Gul,diyar kir ku dema wan govend digirt hatin gulebarankirin û wiha berdewam kir, "Her kes ber bi aliyên cuda ve belav bû. Hin hatin kuştin, hin hatin girtin. Yên ku man li Dörtyolê careke din kom bûn. Li wir, dîsa rêya me girtin. Her kes li wesayitên zirxî bar dikirin û dibirin Tevî her tiştî, me li ber xwe da. Her çend em li kolanan belav bûn jî  me her gav di demekê de dikaribûn bên gel hev. Em dîsa li nêzî goristanê kom bûn, daxuyaniyek hat dayîn û me dest bi govendê kir. Li wir, dîsa êrîş kirin û gule li me reşandin. Jinek bi kefya spî sergovendî dikir. Ew Berîvan bû… Berîvan jî di wê êrîşê de ji milê xwe birîndar bû. Vê carê, em hemû belav bûn û ji hev veqetiyan. Tevî  qetlîamê, em bi biryar bûn ku li ber xwe bidin.me paşve gav neavêtin. Ew wesayîtên leşkerî bi ser me de diajotin."
 
‘Em ê dîsa li ber xwe bidin!’
 
Hanım Gul, ku diyar kir pitikek wê ya  çilrojî hebû, got ku wê pitika xwe li malê hiştiye û ji bo Cejna Newrozê çûye qadê û wiha dirêjî dayê, “Ez serê sibehê ji malê derketim, êvar bû, lê dîsa jî min nekarî bigihîjim malê. Em bi awayekî bi rêya kolanên taxê gihîştin malê. Tevî hemû zehmetiyan jî me hîn jî li ber xwe dida. Wê demê, tevî hemû zextan, her kes ber bi qadê ve diç. Em ê dîsa li ber xwe bidin, em ê dîsa rola xwe bilîzin.”
 
‘Em dixwazin qad tijî bibe’
 
Hanım Gul axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê dîsa li qadên Newrozê bin, em ê dîsa li ber xwe bidin. Em dixwazin ku gel dakeve qadan , da ku qad tijî bibin. Bila hemû cîhan me bibîne û bizanibe ku gelê Kurd heye. Divê em dîsa dîrokê binivîsin.”