Li gumanbarê destdirêjiyê 50 sal cezayê girtîgehê
- 20:06 10 Nîsan 2026
- Hiqûq
MÊRDÎN – Li Mêrdînê li gumanbarê ku bi awayekî sîstematîk destdirêjî li zaorkê kiribû 50 sal cezayê girtîgehê hat birîn.
Li Mêrdînê runiştina biryarê ya doza gumanbarê ku destdirêjiya sîstematîk li zarokê kiribû hat dîtin. Runiştina li 5’emîn Dadgeha Ceza Giran a Mêrdînê hat dîtin, gumanbar ji girtîgeha lê girtî bi SEGBÎS’ê tevli bû. Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê doz şopand. Piştî parastinên hatin kirin dadgehe biryara xwe aşkera kir û li gumanbar ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ 50 sal cezayê girtîgehê birî.







