Ji bo kesên ji Îzmîrê tevli meşa Gemlîkê dibin daxuyanî

  • 18:06 18 Nîsan 2026
  • Rojane
ÎZMÎR - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê û TJA li Îzmirê, ji bo ‘Meşa Gemlîkê”’ ya ku wê di 19’ê Nîsanê li navçeya Bûrsayê ya Gemlîkê bê lidarxistin daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de bigihîje azadiya xwe ya fîzîkî.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) bi boneya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, beriya meşa ku wê sibê ber bi Gemlîkê ve dest pê bike, li Parka Şîrînyerê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di çalakiyê de pankarta “Niha dem dema jinên ber bi azadiyê ve dimeşin e: Em riya aştiyê bi hev re dihûnin” hat hildan û dirûşmên “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Parlamenterên DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Burcugul Çubuk jî li cihê daxuyaniyê amade bûn.
 
‘Daxwaza sereke ya jinan azadî ye’
 
Parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna 50 salan û diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane ya kêşeya Kurd heta niha berdêlên giran hatine dayîn û got: “Birêz Abdullah Ocalan ji sala 1993’yan ve her tim bangên aştiyê dike û ji bo çareseriyê amadebûna xwe nîşan dide. Lê mixabin, tevî ku di qadeke 10 metrekareyî de ji bo azadî, wekhevî û demokrasiyê tê dikoşe, hîna jî di bin tecrîdê de ye û ji aliyê fîzîkî ve ne azad e.”
 
Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku dayik û jin di vî şerî de êşên herî mezin kişandine û wiha pê de çû: “Tevî van hemû êşan jî daxwaza me aştiyeke birûmet e. Daxwaza jinan û dayikan a sereke, azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan e. Meşa ku bi pêşengiya TJAyê ya ber bi Gemlîkê ve tê kirin, riya heqîqet û azadiyê ye.”
 
Daxuyanî bi dirûşm û tilîliyan bi dawî bû.