ÎSÎG: Di 13 salan de herî kêm 852 zarokan jiyana xwe ji dest dan
- 12:48 22 Nîsan 2026
- Rojane
STENBOL - Li gorî rapora Meclisa ÎSÎG’ê, di nava 13 salan de herî kêm 852 zarokan di dema kar de jiyana xwe ji dest dane.
Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), “Rapora Cînyaetên Kar ên Zarokan” a di navbera 2013 û 2026’an de aşkera kir.
Di raporê de hate gotin ku di navbera van salan de herî kêm 852 zarokan di dema kar de jiyana xwe ji dest dane.
Hat diyarkirin ku cînayetên kar ên zarokan herî zêde li Rihayê çêbûne. Hat destnîşnakirin ku ji van zarokan 122 jê zarokên keç û 730 jî zarokên kur in.
Di berdewamiya raporê de hate gotin ku ji van zarokan ji sedî 52 dena di karê çandiniyê de dihatin xebitandin jiyana xwe ji dest dane, ji sedî 13’an di karê înşaet-rê, ji sedî 8’an karê cihê hewînê, ji sedî 7’an di karê metalê û ji sedî 3’yan jî dema di karê qada xurekan de dihatin xebitandin jiyana xwe ji dest dane. Hat gotin ku ji zarokan 291 jê temenê wan di navbera 5-14 salî de û 561 jê temenê wan di navbera 15 û 17 saliyê de bû.







