Li Erxeniyê pincarê bi şifa li ser dezgehên bazarê ye

  • 12:38 23 Nîsan 2026
  • Ked/Aborî
AMED - Li navçeya Erxeniyê bi hatina biharê re, pincarê bi ekil û bi şifa yê bi xweber li serê çiya şîn dibe, li pazaran cihê xwe girt.
 
Li navçeya Erxenî ya Amedê bi hatina biharê re giyayê ku li serê çiyê bi xweber şîndibe yê bi ekil û bi şifa, li ser dezgehên bazaran cihê xwe girt.
 
Ji cureyên pincêr Kerngên ku ji aliyê welatiyan ve tên komkirin, tuzik, şingil, guwîriz, tolik  tirşok, xaznîng, sîrim û pung hem sifreyan dewlemend dikin û hem jî şifayê belav dikin. Herwiha ev berhem ji aliyên gelek malbatan ve çavkaniya debarê ne.