Li Wanê êrişê girtiyan kirin
- 20:00 18 Gulan 2026
- Rojane
WAN - Li girtîgehên Tîpa F û T'yê yên Wanê gardiyanan êrişî girtiyan kiriye û li girtiya ku nexweşiya veremê (tuberkuloz) pê re heye, “muayeneya bikelepçe” hatiye ferzkirin.
Saziyên hiqûqê û mafên mirovan ên Wanê, têkildarî îşkence û binpêkirinên li girtîgehên Tîpa F û Tyê yên Wanê li ber deriyê girtîgehê daxuyaniyek dan. Parêzer û aktivîstên mafê mirovan beriya ku daxuyaniyê bidin, li girtîgehê li gel girtî û rêveberiyê re hevdîtin pêk anî. Baroya Wanê, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Parlementerê DEM Partiyê yê Wanê Mahmût Dîndar û saziyên sivîl tevlî daxuyaniyê bûn.
Ewilî hevserokê Şaxa OHD'ê yê Wanê Hakan Bozkurt axivî û diyar kir ku di 13ê gulanê de piştî hevdîtina malbatê gardiyanan êrişî du girtiyan kiriye û got: “Gardiyanan bi hinceta ‘Hûn nikarin silavê bidin malbatên xwe’ û ‘Hûn nikarin bi Kurdî biaxivin’ nîqaş derxistine. Piştî hevdîtinê, girtî rastî lêgerîneke xerîb hatine û dema li ber xwe dane hatine darpkirin. Piştre girtî birine ‘odeya sungerkirî’. Weke parêzer û mafparêzan em ê şopdarên vê binpêkirinê bin.”
Piştre hevserokê Şaxa ÎHDê yê Wanê Mehmet Salih Coşkûn bal kişand ser rewşa girtiyên jin ên li Girtîgeha Tîpa T û ev tişt anî ziman: “Girtiyeke ku testa wê ya veremê pozîtîf derketiye di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Dema girtî birine nexweşxaneyê, muayeneya bikelepçe lê hatiye ferzkirin. Ji ber ku girtiyê ev yek qebûl nekiriye, nehatiye tedawkirin. Em Protokola Stenbolê bi bîr dixin; ev helwest li dijî rûmeta mirovahiyê ye.”
Parlamenterê DEM Partiyê Mahmût Dîndar jî destnîşan kir ku wan bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtin kiriye û nerazîbûna xwe yên li dijî bêhiqûqî û binpêkirinan nîşan dane. Mahmût Dîndar bang kir ku divê dawî li van polîtîkayên zextê bê anîn û got: “Divê lijneyên çavdêriyê yên girtîgehan ku veguherîne amûrê cezakirinê, bên betalkirin.”
Daxuyanî bi dirûşmên li dijî îşkenceyê bi dawî bû.







