Şandeyek Alman serdana YPJ’ê kir
- 15:36 19 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeyeke aktivîstên Alman ên cîgirên pengavên ‘Women Defend Rojava’ û ‘Defend Kurdistan’ serdana YPJ’ê kir.
Şandeyeke aktivîstên Alman ên endamên delegasyonên pengavên ‘Women Defend Rojava’ û ‘Defend Kurdistan’ serdana YPJ’ê kir.
Şande ji aliyê endama Fermandariya Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn, berdevka YPJ’ê Roksen Mihemed û Destîna Heleb û Bêrîtan Hesekê ve hatin pêşwazîkirin.
Rohilat Efrîn di hevdîtinê de têkildarî entegrasyona YPJ’ê axivî û got: “Sedsala 21’an sedsala nîqaşkirina çareseriyan e, sedsala pêşengiya jinan e. Kes nikare vê ji bîr bike yan jî înkar bike. Jin bi xwe hatine wê astê ku îradeya xwe bibînin û xwe nas bikin. Dema ku me dest bi şoreşê kir em bi hejmareke pir kêm ya bi çend kesan bûn. Em ji wir hatin vê rojê.”
Di dawiya hevdîtinê de aktivîstên Alman pirtûka bi navê ‘Pirtûka Destan a Vegera Wekheviyê’ diyarî YPJ’ê kir û li ser navê YPJ’ê jî Rohilat Efrîn desmal diyarî endamên şandeyê kirin.







