Jinên Payîzava: Em dixwazin Serokê me li gel me be

  • 09:03 21 Gulan 2026
  • Rojane
WAN - Jinên Payîzava yên di Hevdîtina Bihar û Jinan de hatin gel hev diyar kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û gotin: “Em dixwazin Serokê me li gel me be. Çavên me li rêya Serokê me ye.”
 
Banga ‘"Aştî û Civaka Demokratîk" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 27’ê Sibata 2025’an de kir nîqaşên aştiyeke mayîn de ya li Tirkiye û herêmê ji nûve tîne rojevê. Nîqaşên der barê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd de didomin û ji bo pêkhatina aştiyê jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên kirin. Bala her kesî li gavên şênber yên ku divê desthilatdarî bavêje ye.
 
Jinên Payîzava ya Wanê ku di hevdîtina Bihar û Jin de hatin gel hev der barê pêvajoyê de axivîn.
 
‘Aştî ji bo her du aliyan jî hewcedariye’
 
Murşîde Sonmez da zanîn ku divê azadiya fîzîkî ya Abdullah ocalan pêk bê û wiha dirêjî dayê: “Em aştiyê dixwazin. Êdî bes e. Wê heta ku derê wisa biçe? Aştî ji bo her du aliyan jî hewcedariye. Bila Serokê me serbest berdin. Bila girtiyan berdin. Em zimanê xwe, nasname û mafên xwe dixwazin. Ji bo me azadî pêwist e. Me pir kişand. Êdî bes e.”
 
‘Em serokatiya xwe dixwazin’
 
Feruz Bulut destnîşan kir ku dewletê der barê pêvajoyê de tu gav navêtiye û wiha anî ziman: “Divê dewlet demildest gavê bavêje. Du sale pêvajoyek hatiye destpêkirin. Lê hîna dewletê gav navêtiye. Em di şopa serokê xwe de ne. Em li pişta serokê xwe ne. Em bi wî bawerin. Em her tim jî wê bawer bin. Hêviya me aştî û azadiye. Bila dayik negirîn. Bila dayikên gerîla û leşkeran negirîn. Bila dewlet gavê bavêje. Em serokê xwe dixwazin. Divê demildest tecrîd rabe û şert û mercên aştiyê bên avakirin. Çavê hemû gelê Kurd li riya Rêberê gelê Kurd e.”
 
‘Em dixwazin Serokê me bê berdan’
 
Fatma Sertkaya jî diyar kir ku kurê wê 27 sale girtiye û daxwaz kir ku divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê berdan. Fatma Sertkaya wiha dirêjî dayê: “Em aştiyê dixwazin. Em jiyanek azad û bedew dixwazin. Bila dayik negirîn. Bila zindan bên vekirin. Bila kes nemire. Bila Serokê me azad be, dewlet demildest gavê bavêje.”