Li Fransayê jînekê xwe li gel sê zarokên xwe ji qata 13’an avêt

  • 16:00 20 Gulan 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Toulon ê Fransayê jineke 38 salî, li gel sê zarokên xwe ji qata 13’an a bînaya ku lê dima xwe avêt xwarê. Di encama bûyerê de dayikê û her sê zarokên wê jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gorî nûçeyên li ser çapemeniya Fransayê bûyer roja Çarşemê di saet 05.00’an de li herêma Pontcarrak a Toulonê qewimiye.
 
Dayika 38 salî, li gel sê zarokên xwe, ji 13 qatiya bînayeke li banliyoya Toulonê xwe avêt xwarê. Her sê zarokên sê, çar û şeş salî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gorî BFM TV û France Infoyê jina berbehs li gel heft zarokên xwe bi tenê dijî. Li gorî yekem daneyên lêpirsînê hate diyarkirin ku dayikê nexweşiyên weke psîkiyatrîk û acizahiyên depresîf hebûne.
 
Dozgerê Toulonê Raphael Balland diyar kir ku di bûyerê de destwerdana kesekî sêyem tune ye.
 
Hate ragihandin ku di dema bûyerê de çar zarokên mezin ên malbatê ji aliyê rayedaran ve hatine parastin û piştevaniya derûnî distînin.
 
Dozgeriyê da zanîn ku wê li gel sûcdariya ‘’cinayeta ji aliyê endamên malbatê yên mezin ve hatiye kirin’’ lêpirsîn daye destpêkirin. Têkildarî bûyerê telîmata kirina otopsiyê û lêkolîna toksîkolojîk hatiye dayîn.
 
Her wiha rayedaran dan zanîn ku malbata berbehs beriya niha neketine radara meqamên edlî yan jî xizmetên civakî û hate diyarkirin ku tu îxbarên fermî yên malbatî yan jî civakî nehatine kirin.