Karwanek din ê Efrîniyan sibehê vedigere cih û warê xwe
- 15:02 20 Gulan 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî agahiyên ku malbatan dane ajansa ANHA‘yê, sibehê koma 6‘an a koçberên Efrînê ji Qamişlo ber bi Efrînê bi rê dikeve.
Di çarçoveya Peymana 29`ê Çileyê de vegera koçberên Efrînê didome. Piştî gihiştine 5 koman, koma 6‘an jî amadekariyên vegerê dikin.
Li gorî agahiyên ku ajansa ANHA‘yê ji malbatên koçber girtine, sibe (21 Gulan) saet di 07:00`an de koma 6`an a ku ji derdora hezar malbatên li bajarên Qamişlo û Dêrikê dimînin pêk tê, ji Qamişlo ber bi Efrînê bi rê dikeve.
Duh koma yekem a koçberên Efrînê yên li Kobanê ku ji 600 malbatan pêk dihat, gihişt bajarê Efrînê.
Hêjayî gotinê ye ku ji Cizîrê jî 9‘ê Adarê 400 malbat, 4‘ê Nîsanê 200 malbat, 14‘ê Nîsanê 800 malbat û 9’ê Gulanê nêzî hezar malbat vegeriyan bajarê Efrînê û navçeyên girêdayî wê.







