Mamosteyan bi musabeta 15’ê Gulanê çalakî li dar xistin

  • 15:53 21 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan) li bajarê Qamişloyê helbest hatin xwendin û stran ji aliyê Orkestraya Zarokên Rojava ve hatin gotin.
 
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî (15 Gulan) mamosteyên li bajarê Qamişloyê çalakiya xwendina helbestan û stranan li dar xist.
 
Çalakî li Hola Mala Şîn bi beşdariya hejmareke mamoste û malbatên xwendekaran pêk hat.
 
Koma Orkestraya Zarokên Rojava stran gotin. Mamosteya helbestvan Şama Mihemed, mamoste Emîn Oso, mamoste Şêrzad Şero helbest xwendin.
 
Piştî xwendina helbestan Koma Orkestraya Zarokên Rojava dîsa derket ser dikê û hunerên xwe pêşkêş kirin.
 
Di dawiyê de beşdarên çalakiyê hatin xelatkirin.