Ji ÎHD'ê banga 8'ê Adarê: Peymana Stenbolê ji nû de îmze bikin

  • 13:39 6 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) di daxuyaniyeke hevdem a têkildarî 8ê Adarê de diyar kir ku jin pir caran di nav malbatê de şîdetê dibînin û daxwaza ji nû ve îmzekirina Peymana Stenbolê kir.
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li gelek bajaran civînên çapemeniyê yên hevdem li dar xist.
 
Şirnex 
 
Li navçeya Cîzîr a Şirnexê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Komeleya Hiqûqnasên Azadiyê (OHD) û Baroya Şirnexê li ber rêveberiyên Malbat û Xizmetên Civakî derbarê zêdebûna kuştinên jinan de civîneke çapemeniyê li dar xistin. Gelek parêzvanên mafên mirovan û parêzer beşdarî civîna çapemeniyê bûn.
 
Daxuyanî ji aliyê Suzan Karagol a ji OHD'ê ve hate xwendin.
 
Civîna çapemeniyê bi çepikan bi dawî bû.
   
Stenbol
 
Komîsyona Jinan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ber Rêveberiya Xizmetên Malbat û Civakî ya bajarê Stenbolê derbarê zêdebûna kuştinên jinan de daxuyaniyek da. Hevseroka ÎHD'ê Oya Ersoy û Dayikên Şemiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla seroka Şaxa Stenbolê ya ÎHD'ê Jiyan Tosun ve hate xwendin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.
 
Îzmîr
 
Şaxa Îzmîrê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo ku daxwazên xwe yên derbarê şîdeta li dijî jinan de bilêv bike, civîneke çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê li ber Rêveberiya Malbat û Xizmetên Civakî ya bajarê Îzmîrê pêk hat. Pankartek bi nivîsa "Avahiyên malbatê yên ku ji hêla mêran ve serdest in jinan dikujin! Tiştê ku em hewce ne ne salek ji bo malbatê ye, lê Peymana Stenbolê ye" hate hildan. Daxuyaniya hevbeş ji hêla parêzer û rêvebera şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê Nazli Turan,  ve hate xwendin.