Daxwaza azadiyê ya li Amedê: Bila Abdullah Ocalan azad be

  • 09:14 9 Adar 2026
  • Rojane
AMED - Jinên meydanan bi reng, daxwaz û serhildanên xwe rengîn kirin, diyar kirin ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê wateya azadiya jinan jî û xwesteka xwe ya dîtina Abdullah Ocalan a di nav wan de anîn ziman.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Platforma Jinan a Dîcle Amed (DAKP) duh li Meydana Îstasyonê ya navçeya Yenîşehîrê ya Amedê, bi dirûşmeya "Em bi berxwedanê xwe azad dikin, em civatek demokratîk ava dikin" ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê mîtîngek li dar xistin. Jinên ji bajarên derdorê jî beşdarî mîtîngê bûn. Jinan cilên xwe yên Kurdî li xwe kiribûn û bi dirûşmeyên wekî "Jin, Jiyan, Azadî", "Bijî Berxwedana Jinan" û "Bê Serok Jiyan Nabe" deng vedan.
 
'Jin bi Abdullah Ocalan re azad bûn'
 
Mîtînga ku bi hezaran kes beşdar bûn, hem peyamek hevpar û hem jî serhildanek hevpar a jinan nîşan da. Di mîtîngê de, ku ji 7 heta 70 salî ji her temenî mirov beşdar bûn, jinan bal kişandin ser rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di azadiya jinan de û gotin, "Abdullah Ocalan ew kes e ku nirxê jinan bilind dike. Abdullah Ocalan pêşengekî mezin e ku cara yekem li cîhanê rê li ber hemû jinan vekir, daxwaza azadî û berxwedana wan kir. Ji ber ku jin bi wî re azad bûn, ew bi wî re xwe nas kirin."