Ji jinan peyama Newrozê: Ev peywirek dîrokî ye
- 09:05 11 Adar 2026
- Rojane
Elfazî Toral
STENBOL - Jinên tevli deklerasyona Newroza Stenbolê bûn gotin: “Ev banga ji bo Newrozê ne tenên wek sembola dîrokî, wek platforma demokrasî û piştevaniyê ya gerdunî ye. Ji bo hemû, şoreşger û hêzên pêşketî li dijî vî şerî bin berpirsyariyê didin ser milê me. Em bang li hemû kesî dikin ku li qadên Newrozê bên gel hev û li dijî zilmê agir gur bikin."
Neweroza ku bû agirê azadiya çanda Kurd ya venamire, her sal di 21’ê Adarê de tê pîrozkirin û bûye berxwedana gerdunî. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Stenbolê di 9’ê Adarê de bi dirûşma "Newroza Azadî û Demokraisyê" daxuyaniyek da. Nûnerên partiyên siyasî yên tevli deklerasyona Newrozê bûn ji ajansa me re axivîn.
Daxwaz
Hevseroka giştî ya Partiya Rizgariya Ji nû ve Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglu got Newroza îsal di pêvajoya avakirina aştî û civaka demokratîk de pêşwazî dikin û got divê her kes li hember banga aştî û civaka demokratîk bi hestiyar tevbigere. Feray Mertoglu wiha got: “PKK’ê çek berdan û xwe fesh kir. Em divê Newrozê de ji aliyê AKP-MHP’ê ve gavek duyemîn dipên. Mînak divê şert û mercên Birêz Ocalan bên başkirin û girtiyên nexweş bên berdan. Divê şaredariyên qeyûm hatine tayînkirin ji nûve bên radestkirin. Divê Hevşaredar bên ser peywira xwe.”
‘Em dixwazin aştî mayînde bibe’
Feray Mertoglu wiha dirêjî dayê: “Jin û ciwan di krîza aborî de bi xizaniyek mezin re rû bi rû ne. Rewşa ciwanan ne baş e. Kirê biha ne. Her kes di bin lepê xizaniyê de ye. Divê demildest ev zem bên rawestîn û çareseriyek bê dîtin. Em li dijî xizaniyê têdikoşin. Divê em bi hev re têbikoşin. Em dixawzin aştiyeke mayînde pêk bê, hemû girtî bên berdan. Ji ber vê em banga tevlibûna Newrozê li hemû kesî dikin. Em her kesî di 22’ê Adarê de dipên Yenîkapi ku em bi hev re bibin deng.”
‘Divê em xwedî lê derkevin’
Ji Alin Terî Muruvet Kuçuk jî bi lêv kir ku Newroza 2026’an di pêvajoyek krîtîk de tê pîrozkirin û wiha anî ziman: “Li he çar alî Kurdistanê geşedanên girîng tên jiyîn. Gelê Kurd bi salane bi rîska windakirina destkeftiyan re rû bi rû ye. Newroz di demek girîng de tê pêşwazîkirin. Kurd ji bo daxwazên xwe li her çar alî liser piyane. Em di alî Tirkiyeyê de bêjin pêvajo pir ne bi hêviye. Tevî pêvajoyek heye hîna gavên qanûnî nehatine avêtin. Divê em xwedî li bedelên neteweyekê derkevin. Ev ji bo mirovahiyê ferze. Ev Newroz ji pêvajoya siyasî wêdetir, li her çar alî Kurdistanê di zemîneke pir xurt de tê pêşwazîkirin. Ev Newroz ne tenê li gelê Kurd li hemû gelan bepirsyariyan bar dike. Bi vê hişmendiyê divê her kes li qadên Newrozê be.”
Endam Meclîsa DEM Partiyê Aylîn Hacaloglu jî wiha got: “Wek her sal îsal jî Newroz ji bo me gelek girîng û bi nirx e. Lê wateyek cuda ya îsal heye em di pêvajoya aştî û civaka demorkatîk de pêşwazî dikin. Bendewariya gel mezin e.Em ê ji bo aştî û demokrasiya civakî di 22’ê Adarê de li Yenîkapi bin. Em her kesî dipên qada Newrozê.”







