Li Mannheimê ‘Konferansa Demokrasî, Dadwerî û Aştiya Civakî’
- 22:52 29 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Di konferansa ku li bajarê Mannheim a Almanyayê hat lidarxistin de, siyasetmedar û nûnerên saziyên sivîl mijarên wekî demokrasiya li Tirkiyeyê, pêvajoya aştiyê, tayînkirina qeyûman û daxwazên civaka Elewî nîqaş kirin.
"Konferansa Demokrasî, Dadwerî û Aştiya Civakî" ya ku di 29’ê Adara 2026’an de ji aliyê Cemxaneya Mannheimê ve hat organîzekirin, bi beşdariya siyasetmedar, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatiyan pêk hat. Konferans bi deqeyek rêzgirtinê ji bo şehîdên azadiyê dest pê kir.
Di konferansê de mijarên sereke; demokrasî, dewleta hiqûqê, pêvajoya aştiyê, tayînkirina qeyûman û daxwazên civaka Elewî bûn. Axivêran geşedanên siyasî yên rojane bi awayekî berfireh nirxandin.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser şerên li Ukrayna û Sûriyeyê û bandora geşedanên herêmî hatin nirxandin. Her wiha desteserkirina şaredariyên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û operasyonên qirkirina siyasî hatin rexnekirin; daxwaza demokrasî û aştiyê hat dubarekirin.
Moderatorê konferansê Ozkan Mat got: "Sozê me heye; em li aliyê qencî, aştî û berxwedanê ne. Em ji bo nîşandana helwestekê li vir in. Divê em bi hev re pêşeroj û demokrasiyê ava bikin."
Serokê Cemxaneya Mannheimê Bariş Yilmaz diyar kir ku hewcedariya herî mezin a Tirkiyeyê diyalog û demokrasî ye û destnîşan kir ku divê serweriya hiqûqê û dadwerî ji bo her kesî be. Bariş Yilmaz bal kişand ser daxwazên hemwelatiya wekhev û azadiya baweriyê ya civaka Elewî û derbarê projeya nû ya Cemxaneya Mannheimê de agahî dan.
Hevserokê Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan a Ewropayê Huseyin Mat anî ziman ku şerên mezhebî li Ewropayê piranî li paş mane. Mat got ku li Tirkiyeyê têgihîştina hemwelatiya wekhev nehatiye pêkanîn û bi taybetî Kurd û Elewî rastî cudakariyê tên.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogulları destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman li dijî makeqanûnê ye û xwest ku şaredar vegerin ser wezîfeya xwe. Tulay Hatimogullari bang kir ku girtiyên siyasî, bi taybetî yên Doza Kobanê bên berdan û daxwaza azadiyê ji bo Selahattin Demirtaş û Figen Yuksekdag kir û wiha pê de çû: “Divê ev pêvajo bi pêş bikeve. Pîrozbahiyên Newrozê hêviya aştiyê xurt kiriye. Em dixwazin ku cemxane wekî cihên îbadetê bên naskirin û bang li dijî tundiya ser jinan kir.”
Parlamenterê Enqereyê yê CHP’ê Umut Akdogan jî bal kişand ser neçariya jiyana hevpar a beşên cuda yên civakê û banga yekîtî û demokrasiyê kir. Akdogan yekdestiya medyayê, siyasîbûna darazê û polîtîkayên ewlehiyê rexne kir.
Konferans bi peyamên ku "demokrasî, dadwerî û aştiya civakî tenê bi têkoşîna hevpar a nasname û baweriyên cuda pêkan e" bi dawî bû.







