Ciwanên Enternasyonalîst: Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin

  • 09:06 2 Nîsan 2026
  • Rojane
Evîn Çîftçî-Gulîstan Gulmuş
 
RIHA - Ciwanên enternasyonalîst ên ku hatin Amarayê diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hemû mirovahiyê têdikoşe û gotin, "Em li ser azadiya wî israr dikin. Em vê yekê wekî hêviya herî mezin a ji bo aştiyê li Rojhilata Navîn dibînin; em têkoşîna ji bo vê wek berpirsiyariya xwe dibînin."
 
Paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî pêşxistin, ji hêla gelek sektorên cîhanê ve wekî modelek tê pejirandin û li gelek welatan wekî pirtûkek dersê di perwerdehiyê de tê bikaranîn. Li gel ku paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo gelên bindest hêviyê dide, ew ji hêla ciwanên enternasyonalîst ên li gelek deverên cîhanê ve bi eleqeyek mezin tê şopandin.
 
Her sal, ciwanên ji gelek deverên cîhanê komên cûrbecûr ava dikin û serdana Kurdistanê dikin da ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan, hevalên wî yên têkoşînê, gelê Kurd û pirsgirêka Kurd nas bikin û bêtir fêr bibin.
 
Serdanên Cejna Newrozê û Amarayê
 
Enternasyonalîstên ku raman û felsefeya Abdullah Ocalan wekî modelek jiyanê hilbijartine, îsal beşdarî pîrozbahiyên Cejna Newrozê ya li Amed û bajarên din ên li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê bûn. Piştî pîrozbahiyên NewrozÊ, ciwanan serdana mala ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye û lê mezin bûye kirin. Ji ciwanan Mathilda Tomlin û Lona Crusat ji ajansa me re axivîn.
 
'Berxwedanek ku her sosyalîstek dikare jê îlham bigire'
 
Matilda Tomlin a ji Almanya diyar kir ku wê têkoşîna azadiya Kurd pir bi qîmet dît û got, "Ez li vir xwe pir baş hîs dikim û fêrbûna ewqas tiştan li ser cihên cûda pir xweş e. Ez difikirim ku bi rastî girîng e ku têkoşînên jin û ciwanan ji çar aliyên cîhanê werin cem hev û em, wekî jinên li Ewropayê, hewl didin ku li ser bingeha îdeolojiya rizgariya jinan xwe birêxistin bikin û ez difikirim ku ev çareseriyek ji bo rizgariya hemü jinên li çaraliyê cîhanê. Ji ber vê yekê, ez pir spasdar im ku min derfet dît  û ez ji tevgera we û têkoşîna we ya li vir tiştek fêr bûm. Ez difikirim ku ev hemû berxwedan pir îlhambexş e û tiştek e ku her sosyalîstek li cîhanê dikare jê îlhamê bigire û divê mînak bigire."
 
'Pêvajo bûye çavkaniya hêviyê'
 
Mathilda Tomlin, girîngiya pêvajoya "Aştî û Civaka Demokratîk" a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ve di 27’ê Sibatê de hatiye destpêkirin, destnîşan kir û got, "Fêrbûna li ser pêvajoya aştiyê li vir pir xweş e. Min fêm kir ku ew bi rastî girîng e û ji bo civaka Kurd gelek watedar e ku ew niha çavkaniyek hêviyê ya bihêz e û ku ew bi rastî dikare awayê xebata tevgerê li vir biguherîne. Ji ber vê yekê, ez hêvî dikim ku daxwaz werin bicîhanîn û têkoşîn encamek baş bide.
 
Azadiya Abdullah Ocalan, Aştiya Rojhilata Navîn e
 
Em li ser azadiya Abdullah Ocalan israr dikin û wê wekî hêviya herî mezin a aştiyê li Rojhilata Navîn dibînin; em her wiha wekî berpirsiyariya xwe dibînin ku em ji bo wê şer bikin, ji ber ku em dibînin ku dewletên me tenê şerekî zêdetir dixwazin û hemû sermayeya xwe li seranserê cîhanê di hilberandina şerên nû de veberhênan dikin. Ji ber vê yekê, israrkirina li ser aştiyê li vir û rêxistinkirina tevahiya civakê, hemû ciwanan, hemû jinan bi rastî girîng e. Ev tiştê ku em hewl didin bikin e. Azadiya Abdullah Ocalan ji bo pêvajoya aştiyê li Rojhilata Navîn girîng e û ji ber vê yekê ji bo cîhanê pêdivîyek e û bi taybetî girîng e ku civak di 4’ê Nîsanê de li ser vê yekê israr bike.
 
‘Me ji şoreşa li Kurdistanê îlham girt’
 
Lona Crusat a ji Katalonyayê, armanca xwe ya li Kurdistanê bi van gotinan rave kir: "Em bi vê şandeyê re hatin vir ji ber ku wekî ciwanên ji Ewropayê, em dibînin ka ev cîhan çawa ber bi tundûtûjiyek zêdetir ve diçe û ev pergala kapîtalîst çawa bandorê li hemû beşên civakê dike û em naxwazin vê yekê qebûl bikin. Em her wiha dizanin ku li Kurdistanê şoreşek pêk tê û em ji wê  îlahê digirin. Ji ber vê yekê min xwest ez  ji nêz ve Kurdan nas bikim, kesên ku ev şoreş pêk anîne nas bikim û fêm bikim ka ev raman çawa bi rêya çand û zimanê wan hatine afirandin.
 
Mehêza Gelê Kurd û berxwedana ku da dît 
 
Min dixwest vê yekê di laşê xwe de, bi rêya hestên xwe hîs bikim. Di rojên me yên dawî yên li vir de, me derfet dît ku em heyecana pîrozbahiyê bi gelê Kurd re, bi ciwanan re, bi jinan re bibînin û ez pir bandor bûm ji ber ku bi rêya vê pîrozbahiyê min bi rastî hêz, biryardarî û îradeya gelê Kurd dît. Min dît  ku hemû lîstikên qedexekirî bi rastî hesreta gelê Kurd ji bo jiyana civakî û çiqas dixwazin ji bo wê têkoşîn bikin nîşan didin. Em vê yekê bi ciwanên ku bindest û girtî re  jî dibînin. Ji ber vê yekê divê em têkoşînê ji Ewropayê jî bidomînin.”
 
'Ocalan ji bo mirovahiyê têdikoşe'
 
Lona Crusat, bal kişand ser girîngiya çalakiyên ku dê ji bo bîranîna rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin lidarxistin û got: "Ez ji hemû malbatên Kurd ên ku mazûvaniya me kirin û ji her kesê ku derfet da hatina vê şandeyê re pir spasdar im. Em ê perçeyek ji her yek ji wan bi xwe re bibin malê. Ez her weha pir kêfxweş im ku me derfet dît em peyvên ji zimanekî din fêr bûn. 4’ê Nîsanê rojbûna Serokatî ye. Pir girîng e ku meriv bi bîr bîne ka wî çiqas ji bo civaka Kurd û ne tenê ji bo civaka Kurd, lê ji bo hemû mirovahiyê têkoşîn daye. Wî îdeolojiyek pêşkêş kir ku dê derfetê bide ku gelek nasname bi hev re bijîn û wî her weha girîngiyek mezin da rizgariya jinan. Bi taybetî li Rojhilata Navîn, em di serdemek de ne ku mafên jinan, polîtîkayên rastgirên tundrew, tundûtûjiya li dijî jinan û şer zêde dibin. Pir girîng e ku em ji bo azadiya Serokatî têkoşînê bidin. Bi rastî jî pêdivî ye ku ew azad be û bikaribe di şert û mercên azad de bixebite.”