Li gumanbarê ku Teslîma Hanedan qetil kir cezayê muebeta giran

  • 18:06 9 Nîsan 2026
  • Rojane
AYDIN – Li gumanbarê ku Teslîme Hanedan qetil kir, cezayê muebeta giran hat birîn.
 
Li Aydinê di 6’ê Tebaxa 2025’an de  li taxa Kalfakoy Teslîme Hanedan jiyan axwe ji destdayî hate dîtin. Runiştina gumanbar Efe Fîdan ku Teslîme Hanedan bi çekê qetil kir li 2’emîn Dadgeha Ceza Giran a Aydinê hat dîtin. Parêzerên aliyan, malbata Teslîme Hanedan û gumanbar tevli bû.
 
Heyeta dadgehê biryar xwe aşkera kir û der barê gumanbar de ji sûcê ‘ji qestî jin qetilkirin’ cezayê mueeta giran hat birîn.
 
Parêzerê malbata Teslîme Hanedan, Ahmet Çetînbîlek li ber edliyeyê daxuyanî da û got îhtîmala ku gumanbar plankirî Teslîme Hanedan qetilkiriye zêde ye lê tevî vê dadgehê ev qebûl nekiriye û got wê  di vê mijarê de îtîraz bikin.