Li Enqereye gotubêja ‘Jin aştiyê bi rêxistin dikin’ hat lidarxistin

  • 15:54 11 Nîsan 2026
  • Rojane
ENQERE - Aktivîsta TJA'yê Sebahat Tuncel di bernameya Jinên Sosyalîst a ser aştiyê de axivî û bi lêv kir ku perspektîfa rêya 3'emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nav şer û pêvçûnên pergala kapitalizme de çareseriyeke pêş dixe.
 
Jinên Partiya Sosyalîstan ên SOLDEP'ê li avahiyê xwe ya li navçeya Çankayaya Enqereyê bernameya gotubêja, “Jin aştiyê bi rêxistin dikin” li dar xist. Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel û gelek jinên Sosyalîst tevlî bernameyê bûn. Di bernameyê de Sebahat Tuncel axivî û anî ziman ku li civînên bi vî rengî û gotûbêjên ser sosyalîstan li ser pêvajoyê girîng in.
 
Sebahat Tuncel bi lêv kir ku li ser avakirina Civaka Demokratîk axaftin û nîqaşkirin pêwîstiyeke mezin e û wiha axivî: “Em weke jin li hemû qadên jiyanê hene. Ne tenê mijarên jinan giredidin divê gotina jinan li ser hemû qadên jiyanê hebe. Aştî ne tenê çareseriya pirsgirêka Kurd e. Di heman demê de pergala kapîtalîzmê û desthilata zilam jî li dijî jinan şer da ye destpêkirin ji bo vê jî aştî ango pêvajoya azadiyê. Lê taybet em aştiyê tenê weke di navbera dewlet û Kurdan de digirin dest. Ew bixwe pirsgirêk e. Divê Sosyalîst jî bibin kirdeyê vê pêvajoyê.”
 
Sebahat Tuncel di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên li Rojhilata Navîn û wiha pê de çû: “Di nav şerê li Rojhilata Navîn de li ser aştiyê axaftin û avakirina aştiyê pir girîng e. Li Rojhilata Navîn demekê dirêj e şer û pêvçûn berdewam dikin. Ew şerê niha jî berdewama şerê berê ye. Şer niha derbasî merhaleyeke nû bûye. Şerê Hamasê ve ew mudaxaleya hezên hegemon destpêkir. Filîstîn di parçeyeke piçuk de sînordar kirin û piştî 7ê Cotmehê pêvajoyeke nû li Rojhilata Navîn destpêkir. Li Sûriyeyê Ehmed El Şera anîn li ser desthilatiyê û li wir jî pêvajoyek tê birêvebirin. Şoreşa Rojava ya jinan ku bi perspektîfa azadiya jinan jiyaneke nû hat avakirin heviyeke mezin da. Ew êriş jî hedef girtina vê jiyanê bû. Niha herçiqas peymanek hatibe îmzekirin û şer rawestiya be jî xetere hê berdewam dike. Li Iraqê jî hê pergaleke demokratîk nehatiyê ava kirin. Li Îranê jî niha agirbest hatiyê ragihandin lê şer dê berdewam bike an na hê ne diyar e. Tirkiye jî ji ber van geşedanan ji bo xwe ji şer biparêze xwest ji Kurdan re tîfaqeke bike. Lê politikaya dewletê ya li dijî Kurdan neguheriyeyê. Di nav van geşedanên şer de em jî qala aştiyê dikin û ava kirina wê dikin.”
 
Sebahat Tuncel destnîşan kir ku perspektîfa rêya 3emîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li dijî şer û pêvçûnan çareseriyeke peşkeş dike û wiha axivî: “Li dijî şerê desthilatdar û hegemonan birêz Abdullah Ocalan bi mîsogeriya mafê hemû netew û baweriyan pergaleke demokratîk ango Rojhilata Navîn a Demokratîk pêşniyar dike. Ew yek dikarê Rojhilata Navîn ji şer û pêvçûnan biparêze. Bi Sykes Picotê Rojhilata Navîn li gor xwe dizayn kirin. Niha jî bi peymanên nû dixwazin dîsa Rojhilata Navîn li gor xwe dizayn bikin. Ew geşedan hemû jî rastê rast bandor li ser jiyana jinan dike. Ji bo wê jî gotobêja li ser aştiya Rojhilata Navîn girîng e.”
 
Di dawiya axaftina xwe de Sebahat Tuncel da zanîn ku li Rojhilata Navîn 2 pirsgirêk hene û derbarê mijarê de ev tişt gotin: “Yek pirsgirêka Kurdistanê û yek jî ya Filîstînê. Ew pirsgirêk jî pergala Netew Dewletê derxistine holê. Ji bo wê jî divê em ne tenê li ser bêdengkirina çekan li ser çareseriyeke mayîndê rawestîn. Pergala Kapîtalizme ber bi dawîbûnê ve diçe lê heke em alternatîfa Sosyalîzme xurt nêkin dê xwe ji nû ve bike. Ew şer û krîzan kapîtalîzm bixwe derdixînê. Ji bo wê parastina aştiyê di heman demê de li dijî derketina kapîtalîzmê ye. Ji bo wê jî divê em tenê li dijî pergalê hers nebin di nava hewldanan de bin. Em hersa xwe bi rêxistinbikin. Ne tenê hers bibin û li cihê xwe rûnin. Xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna xwe mezin bikin. Weke TJA û Tevgera Azadî ya Kurd em li dijî pergala modernîteya kapîtalîst Modernîteya Demokratîk peşkeş dikin. Ew jî xwe dispere azadiya jinê, wekheviya gelan, parastina xwezayê û jiyana Sosyalîzme. Birêz Abdullah Ocalan dibêje qirîz û nakokiya yekem ne çîniyê lê ya jinan e. Ew yek bi xwe re nakokiya desthilatî û çînî tînê. Bingehê de nakokiya jin û zilaman heye. Ji bo wê jî heke em ê jiyaneke Sosyalîst û demokratîk ava bikin divê di navenda wê de azadiya jinê hebe.”
 
Piştî axaftina Sebahat Tuncelê gotubêj bi pirs, bersivan bi dawî bû.