Li Êlihê mirina bi gûman
- 12:57 13 Nîsan 2026
- Rojane
ÊLİH - Mamosteya bi navê Ayşegül Yildirim, li navçeya Kercewsê ya Êlihê, bi awayê bi gûman mirî hat dîtin.
Mamosteya bi navê Ayşegül Yildirim, li navçeya Kercewsê ya Êlihê, bi awayê bi gûman mirî hat dîtin.Hevkarên wê, ji ber ku nekarîn pê re têkilî daynin, çûn mala wê piştî ku Ayşegul Yildirim derî venekir polîs û tendirustvan hatin agahdarkirin. Tendirustvanan diyar kir ku Ayşegul Yidirim bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest daye.
Cenazeyê Ayşegul Yidirim ji bo otopsiyê rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Kercewsê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.







