Ji TJA'yê ji bo malbata Gulîstan Doku serdana piştevaniyê
- 16:26 15 Nîsan 2026
- Rojane
DÊRSIM -Jinên TJA û DEM Partiyê ku Ayla Akat Ata jî di nav wan de bû, ji bo piştevaniyê serdana malbata Gulîstan Doku a li ber Edliyeya Dêrsimê kirin.
Di çarçoveya lêpirsîna windabûna Gulistan Doku ys xwendekara sala duyemîn a Beşa Pêşveçûna Zarokan a Zanîngeha Munzurê ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dêrsimê winda bûbû, di 13'ê Nîsanê de sêzdeh kes hatin binçavkirin. Her çend lêpirsîna kesên hatine binçavkirin berdewam dike jî serdanên piştevaniyê ji bo malbata Gulîstan Doku ya li ber Edliyeya Dêrsim jî berdewam dikin. Aktîvîstên TJA'yê Ayla Akat Ata û Hülya Alokmen, DEM Partiyê Parlamentera Dêrsimê Ayten Kord û Birsen Orhan, Hevşaredara Dêrsimê ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, li ber Edliyeya Dêrsimê serdana malbatê kirin.
Jinên ku ji malbatê û parêzerê dozê Alî Çîmen agahî li ser pêşketinên dawî wergirtin, piştevaniya xwe bi malbatê re nîşan dan. Malbata Gulîstan Doku daxwaza avakirina komîsyonek parlementoyê ji bo Gulîstan Doku kir, jinan jî bi bîr xistin ku pêşniyara DEM Partiy ya bi vî rengî bi dengên AKP-MHP'ê hatiye redkirin.
Her wiha, Rêxistina Bajarê Dêrsimê ya Partiya Kedê (EMEP) jî serdana malbatê kir.







