Di dosyaya Gulîstan Doku de polîtîkayên bêcezahiştinê
- 09:05 23 Nîsan 2026
- Rojane
AMED - Ji Baroya Amedê parêzer Ekîn Ozdemîr derbarê pêşketinên di dosya Gulîstan Doku de axivî û balkişand ser polîtîkayên bêcezahiştin, reşkirina delîlan û bandorên siyasî yên di dosyayê de hatine meşandin û got cînayetên jina pirsgirêkek polîtîk e.
Piştî 6 salan şûnde der barê dosya xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku de pêşketin hatin jiyîn û gelek kes di çarçoveya lêpirsînê de hatin binçavkirin û girtin. Ji baroya Amedê parêzer Ekîn Ozmîr der barê dosya Gulîstan Doku de nirxandin kir.
Ekîn Ozdemîr diyar kir ku dosya Gulîstan Doku ne tenê mijarek edliye mijarek polîtîk e û wiha pê de çû: “Di şexsê bûyera Gulîstan Doku de hemû sûcên li dijî jinan em dikarin bêjin ku polîtik in. Wek em her tim dibêjin divê em bêjin ku cînayetên jinan polîtik in. Tundiya li ser jinê ji polîtîkayên bêcezahiştinê ya serdestiya mêr pêk tên. Piştî 6 salan şûnde di dosyayê de pêşketin çêbû. Em li dosyayê dinêrin, ne kesek, çeteyê sûc yê organîzekirî dertê holê. Gumanbar di rêveberiyên dewletê de jî cih digirin. Ev gumanbar pişta xwe didin merciyên xwe û li dijî jinan tundiya sîstematîk dikin. Em dikarin bêjin ku ev çeteyê sûc ji dewletê hêzê digirin.”
Zelal û serbixwe bûn
Ekîn Ozdemîr destnîşan kir ku divê lêpirsîn serbixwe, zelal û li gorî peymanên navneteweyî bê meşandin û got: “Helwesta dewletê ya ji vir şûnde wê girîng be. Divê pêvajoya lêpirsînê zelal, serbixwe û bandor bê meşandin. Divê li gorî peymana Stenbolê û CEDAW’ê tevbigerin. Polîtîkayên bêcezahiştinê cesaretê dide gumanbaran. Hinek bûyer bi bandorên siyasî an jî burokratîk tarî tên hiştin û ber bi kiryarnediyarbûnê ve dibin. Em dikarin bên ku di cînayetên jinan de lêpirsîn bi sîstematîk û zanebûn tê binpêkirin.”
Zexta raya giştî...
Ekîn Ozdemîr di berdewamiyê de diyar kir ku gumanbar ji polîtîkaya bêcezahiştinê cesaret û hêzê digirin û wiha dirêjî dayê: “Ev tê normalkirin. Wek bûyera Gulîstan Doku, gumanbar ji qada siyasî û burokrasiyê hêzê digirin û bûyeran bi rehetî dikin, delîlan bi rehetî tune dikin. Mekanîzmayên darazê jî heta ku zexta rayagiştî tunebe bi bandor pêk nayê. Piranî dosyayê sûcên li hember jin û zarokan pir caran tên girtin an jî bi bandor nayên lêprisînkirin. Ev jî zirarê dide rêgezên hiqûqî.”
Ekîn Ozdemîr di dawiya axaftina xwe de ev nirandin kir: “Bi salan di dosyayê de tu pêş ketin tunebû. Serê bûyerê hat girtin. Ev jî îdiayan xurt dike. Bi awayekî organîzekirî û zanebûn serê dosyayê hat girtin. Ji pêşketinan jî ev tê dîtin. Ev rewş ji bandorên polîtîk serbixwe nîne. Ji kesên tevli bûyerê bûne yek walî, yê din polîs, yê din polîsê hatiye îxrackirin û têkiliyên xizmtiyê ne. Her yek têkiliyek wan bi organên navendî yên bi dewletê re hene. Hêz ji dewletê hatiye girtin û ev cînayet hatiye kirin.”
Ekîn Ozel balkişand ser dosya Rojîn Kabaîş û Rojwelat Kizmaz û got lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin û bi biryarên sînorkirinê zelalbûna pêvajoyê hatiye astengkirin.
Ekîn Ozel wiha dawî lê anî: “Di vê di van dosyayan de jî mekanîzmaya darazê bêyî ku bêje ev digihêje kê, divê lêpirsînek bi bandor bimeşîne ji bo tesîskirina edaletê hemû berpirsyariyan bigire ser xwe.”







