Sempozyûma Kurdî bi dawî bû: Kurdî bikin zimanê bazirganiyê
- 14:24 17 Gulan 2026
- Rojane
WAN - Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê 3yemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî li dar xist. Lêkolînerê hiqûqê Azad Weledbegî ku di rûniştina çaremîn û dawî ya sempozyûmê de axivî û diyar kir ku divê Kurdî bibe zimanê bazirganiyê ku li pêş bikeve.
Şaxa Egîtîm Senê ya Wanê 3yemîn Sempozyûma Zimanê Kurdî ku 2 rojan berdewam kir, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê li dar xist. Di sempozyûmê de 4 rûniştinên bi akademîsyen û mamosteyên zimanê Kurdî yên ji 4 milên Kurdistanê hatin lidarxistin û gelek rewşenbîr û nivîskar jî tev li sempozyûmê bûn.
Di roja dawî ya sempozyûmê de bi moderatoriya mamosteyê Egîtîm Senê Nûrhat Hetav, Dr. Îsmaîl Necmedîn Zengene ji Silêmaniyê bi rêya Zoomê mijara “Doxî zimanê Kurdî; Weke Zimanî Yasa û Dadwerî li Herêma Kurdistanê” vegot û lêkolînerê hiqûqê Azad Weledbegî yê ji Hewlêrê beşdar bû jî mijara “Arişeyên Berdem Cêbicêkirina Yasaya Zimanet Fermî le Herêma Kurdistan” vegot.
Girîngiya standatkirina Kurdî di hiqûqê de
Îsmaîl Necmedîn Zengene bi zaraveya Soranî mijara xwe pêşkêş kir û bal kişand ser standartkirina zimanê Kurdî di hiqûqê de. Necmedîn Zengene diyar kir ku zimanê Kurdî pir dewlemend e, lê heke di hiqûqê de standartkirinek pêk neyê dê ji aliyê hiqûqî ve lawaz be.
‘Giringiya didin Îngilîzî nadin Kurdî’
Piştre Azad Weledbegî jî bi Soranî mijara xwe pêşkêş kir û anî ziman ku zimanê Kurdî tişteke sereke ya neteweya Kurd e. Azad Weledbegî diyar kir ku li tevahî Îraqê zimanê Kurdî jî fermî ye, lê ne weke zimaneke fermî, weke zimeke lokal li çend bajar û navçeyan serwer e. Azad Weledbegî da zanîn ku divê li seranserê Îraqê zimanê Kurdî weke zimanê fermî bê cîbicîkirin û got: “Di qanûnên Îraq û Herêma Kurdistanê de tê gotin ku divê zimanê Kurdî ji dibistanên seretayî heta zanîngehan bê dayîn, lê niha zimanê Îngîlizî jî hevrikiya Kurdî dike. Giringiya didin Îngilîzî, mixabin nadin Kurdî. Ez bawerim heke aboriyekê ji bo zimanê Kurdî veqetînin û zimanê bazirganiyê bikin Kurdî, wê Kurdî ji gelek hêlan ve pêş bikeve.”
Ev rûniştina dawî ya sempozyûmê bû û plaket ji bo axêveran hat dayîn.
Piştî rûniştina çaremîn û dawî forûmek hat lidarxistin. Rojnameger Oznûr Deger forûm bi rê ve bir û pêşniyariyên xwe yên derbarê pêşxistina ziman û sempozyûmê de anî ziman.
Piştî forûmê sempozyûm bi dawî bû.







