Di Hefteya Windahiyan de ji bo edaletê bang hate kirin

  • 15:04 17 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di Hefteya Windahiyan de li Stenbol, Colemêrg û Dersimê daxuyanî hate dayin, ji bo eşkerekirina aqûbeta mirovên di binê çavan de hatin windakirin û dawîanîna li polîtîkayên bêcezahiştinê bang hate kirin.
 
Di çarçoveya 17-31'ê Gulanê Hefteya Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Windakirinên Bi Zorê de li Stenbol, Colemêrg û Dêrsimê daxuyanî hatin dayîn.
 
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ê Colemêrgê li navenda Şemzînanê daxuyaniyek da. Pinar Yilmazê destnîşan kir ku pratîka windakirina bi zorê, ku bi Qirkirina Ermeniyan a 1915'an dest pê kir, di salên 1990'î de sîstematîk bûye. Pinar Yilmazê got: "Gelek kes li malên xwe, li kolanan û li kargehên xwe hatin girtin û dûv re careke din agahî ji wan nehat girtin. Malbatên wan bi salan mehkûmî jiyana di nezelaliyê de û lêgerîna edaletê bûn. Tevî salên dirêj ên ku derbas bûne jî, lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin. Berpirsiyar hatine parastin û polîtîkayên bêcezatiyê berdewam kirine."
 
Pinar Yilmazê ev daxwaz bilêv kirin: "Divê aqûbeta hemû kesên ku di dema binçavkirinê de winda bûne bê eşkerekirin. Divê sûcê windakirina bi zorê di Qanûna Ceza ya Tirk de wekî sûcekî li dijî mirovahiyê bê pênasekirin. Divê bêcezatiya di dozên windakirina bi zorê de bi dawî bibe. Divê berpirsiyar di encama lêpirsînên serbixwe û bibandor de bên darizandin. Divê qedexeyên li Qada Galatasarayê bên rakirin. Divê Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya li dijî Windakirinên Bi Zorê îmze bike û bicîh bîne."
 
Daxuyanî bi gotina "Em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo rastî û edaletê bernedin" bi dawî bû.
 
Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê Stenbolê û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) a Stenbolê li ber Muzexaneya Leşkerî ya Harbiyeyê daxuyaniyek dan. Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta bi nivîsa "Alî Kayahan 53 sal berê dema ku di binçavan de bû li vir winda bû" hat hilgirtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Sebla Arcan a ji komîsyona windakirinên bi zorê ve hat xwendin. Sebla Arcanê diyar kir ku avahiya Muzexaneya Leşkerî ya Harbiyeyê ne tenê avahiyeke dîrokî ye, di heman demê de yek ji cihên bîrê ye ku di dîroka windakirinên bi zorê ya Tirkiyeyê de tê zanîn. Sebla Arcanê destnîşan kir ku ew cihê dawîn e ku Alî Kayahan ku di dema binçavkirinê de winda bû, lê hatiye dîtin û wiha got: "Her çend zêdetirî nîv sedsal derbas bûbe jî, şopa Alî Kayahan li ser dîwarên vê avahiyê hîn jî dijîn. Cihên bîrê tam ji ber vê sedemê girîng in; ew rastiyê li dijî polîtîkayên înkarê hildigirin. Ew sûcên ku dewlet dixwaze jê bibe eşkere dikin û nav û çîrokên kesên ku dê di pêşerojê de bên jibîrkirin hildigirin. Ev avahî ku di sala 1862'yan de ji bo perwerdekirina efseran ji bo Împeratoriya Osmanî hatiye çêkirin, bi salan re gelek saziyên leşkerî lê bicih bûne. Di 10'ê Sibata 1993'yan de, ew bû Muzexaneya Leşkerî. Di dema Mudaxileya Leşkerî ya 12'ê Adarê de, wekî ku ji vegotinên gelek şahidan derket holê, ew wekî navendeke lêpirsîn û îşkenceyê jî hatiye bikaranîn. Îfadeyên gelek kesên ku digotin li vir îşkence lê hatiye kirin, di tomarên dadgehên leşkerî de hatine tomarkirin û bûne mijara giliyên sûc. Alî Kayahan, xwendekarek li Akademiya Mîmarî û Endezyariyê ya Dewletê, 53 sal berî niha ew anîn navenda lêpirsînê ya ku li vê kompleksa avahiyê ye. Ew bi tundî hatiye îşkencekirin û dû re bedena wî winda bû.”
 
Sebla Arcanê got: "Cihên vîranê nayên bêdengkirin. Dê şopên windayan li vê xakê her bijîn. Em ê ji bo bîra, ji bo rastiyê û ji bo edaletê Alî Kayahan ji bîr nekin."
 
Li Dersimê jî Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ê bajêr li Qada Seyîd Riza civîneke çapemeniyê li dar xist. Pankarta bi nivîsa "Winda diyar in, kiryar li ku ne?" hat vekirin û pankartên bi wêneyên kesên ku di bin çavan de winda bûne hatin hilgirtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Nurşat Yeşil, Hevseroka Şaxa ÎHD ya Dêrsimê ve hat xwendin. Nurşat Yeşilê destnîşan kir ku Tirkiye di windakirinên bi zorê de ku ji qirkirina Ermeniyan a 1915'an dest pê dike, polîtîkayeke bêcezatiyê pêk aniye û bal kişand ser pêwîstiya rûbirûbûna bi van windakirinên bi zorê.
 
Civîna çapemeniyê bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.