Kongreya 3’yemîn a TAJÊ dest pê kir

  • 12:37 18 Gulan 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi beşdariya 250’î delegeyan kongreya 3’yemîn a TAJÊ dest pê kir. Di axaftina vekirinê ya kongreyê îşaret bi guhertinên bingehîn ên pergalî û mezinkirina têkoşîna azadiya jinên Êzidî hat kirin.
 
3'yemîn Kongreya TAJÊ bi beşdariya 250’î delegeyan dest pê kir. Kongre ku bi dirûşma "Bi jin jiyan azadî ber bi jiyana komînal ve" tê lidarxistin. Kongre bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.
 
Endamên TAJÊ, li gel berdevkên komînên jinan ên gund û komelgehan ku bi demokrasiya rasterast hatin hilbijartin, bi cil û bergên xwe yên resen tevlî kongreyê bûne. Her wiha jinên ji pêkhateya Ereb a Şengalê jî weke Însiyatîfa Jinên Ereb bi delegeyên xwe beşdarê kongreyê bûn.
 
Ji derveyî endamên TAJÊ, mêvanên ji Mexmûrê û çalakvanên Êzidî jî di kongreyê de amade ne. Her wiha rêxistinên jin ê Êzidî yên nekarîn raste rast tevlî kongreyê bibin, peyam ji kongreyê re şandine.
 
Di kongreyê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, posterên şehîdên jin ên ku tekoşîneke mezin di ber civaka Êzidî de dane hatine daliqandin û li ser pankartan jî nivîsê “Xweparastin hebûne, xwebûn jiyana azad e” hatine nivîsîn.
 
Axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê berdevka TAJÊ Riham Hico ve hate kirin. Riham Hico ku kongreyê li tevahî jinên Êzidî û bi taybet jî jinên Şengalê pîroz kir, xêrhatina hemû delege û mêvanan kir.
 
Riham Hico kongreyê diyarî malbatên şehîdan, hemû şehîdên meha Gulanê û bi taybet jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir.  
 
‘Têkoşîna me ne têkoşînek rehet bû’
 
Riham Hico ku behsa girîngiya xebat û têkoşîna TAJÊ kir, wiha axivî: “Me ji bo mafê jinên Êzidî û statûya Şengalê xebat û têkoşîneke mezin kir. Me  bi xebat û berxwedana xwe, îspat kir. Jinên Êzidî û dayîkên me yên livir amadene pêşengiyê ji hemû kar û xebatên Şengalê re kirin. TAJÊ ji bo jinên Êzidî derkete holê. Têkoşîna me ne têkoşîneke rehet bû. Hem zehmetî hem jî serkeftinên wê zêde bûn. Wê têkoşîna me ya ji bo bidestxistina mafên civaka Êzidî dewam bike. Dem dema me ye. Em bawer dikin, emê îro li vir ji bo jinên Êzidî biryarên bi bandor bigirin. Em dikarin hem weke siyasî û civakî xwe xurt bikin. Me xwe li ser projeya Rêber Apo rêxistin kir û zana kir. Em îro bi keda Rêber Apo livir amade ne. Em bi keda şehîdên jin ên vir xebatên xwe di meşînin. Em ê li gorî xeyalên jinên Êzidî yên pêşeng û şehîdên me xebat bimeşînin. 
 
Ji bo jiyaneke komînal, azad û demokratîk têbikoşin. Emê li dijî hewldanên kolekirin û bidestnkirina jinê têbikoşin. Emê têkoşîna xwe mezintir bikin. Barê me ji berê girantire, lê derfetên azadiyê ji demê berê jî zêdetir dibe. Em çiqas bihêz dibin, dijmin jî êrişên xwe zêdetir dikin. Em divê biryarên bikevin xizmeta civaka Êzidî û jinan bigirin. Emê orf û edetên eşirtiyê yê başverû li ser xwe qebûl nekin. Em serkeftinê ji bo kongreya xwe dixwazin. Serkeftin a jina Êzidiye.”
 
Di kongreyê de wê li ser navê YJŞ’ê, Saziya Malbatên Şehîdan û Jinên Mexmûrê jî axaftin çêbibin û peyam werin dayîn. Piştî axaftinan wê peyamên nivîskî yên ji kesayet û rêxistinên jin hatine jî werin xwendin. Piştî peyamên pîrozbahiyê, wê beşdarên kongreyê dîwana ku kongreyê rêve bibe, hilbijêre. Pitşî diyarkirina dîwan wê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên derbarê jin de, rapora xebatê ya du salan a TAJÊ, bên xwendin. Piştî xwendina raporê wê rewşa siyasî, leşkerî, civakî û xebatên rêxistinkirinê yên du salan werin nirxandin.
 
Li gorî agahiyên komîteya amadekar Hevpeymana Civakî ya TAJÊ ya ku nûbûye û wê bikeve dengdana delegeyan. Piştî hevpeymanê wê plansaziya xebatê ya du salan were derxistin û biryarên girîng werin girtin. Piştî biryaran wê kordînasyona xebatê ya du salan were hilbijartin û sond bixwin.
 
Kongre wê bi axaftina girtinê bi dawî bibe û encamname piştre were eşkere kirin.
 
Kongre niha bi dayîna peyaman dewam dike û wê heya êvarê bidome.