Şaredariya Peyasê Atolyeya Hunerê ya Yekta vekir

  • 10:05 19 Gulan 2026
  • Rojane
AMED - Atolyeya Hunerê ya Yekta, ku dê di bin sîwana Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de gelek kurs û çalakiyên hunerî û çandî pêşkêş bike, bi awayekî fermî hate vekirin.
 
Ji bo xurtkirin û pêşxistina hevgirtina çandî, merasîma vekirinê ya Atolyeya Hunerê ya Yekta hate lidarxistin. Di merasîmê de Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, nûnerên Rêxistina DEM Partiyê ya navçeyê, nûnerên saziyên civakî yên curbecur û gelek hemwelatiyan beşdar bûn.
 
Hevşaredar Sîncar û Dundar di merasîmê de diyar kirin ku ev navenda nû dê bi çalakiyên xwe yên çandî û hunerî bibe navendeke girîng a ragihandina mîrateya wan kesên ku tevî hemû astengiyan bedel dan da ku çanda xwe zindî bihêlin û vê mîrateyê ji nifşên paşerojê re bihêlin.
 
Piştî pêşandanên govend û muzîkê, navend bi merasîmeke birîna kurdeleyê bi fermî hate vekirin.
 
Atolyeya Hunerê ya Yekta xebatên curbecur ên çandî û kursên belaş ên tembûr, erbane, piyano, govendên folklorî, wênekêşî, sînema û perwerdeya deng pêşkêş dike.