Li Efrînê di nava serîhildanê de sanciya zayinê...
- 10:58 24 Sibat 2018
- Rojane
Zeynep Kızılırmak
EFRÎN - Li Efrînê serîhildan di roja 36'an de didome. Ji aliyekî serîhildan ji aliyêkî din ve jî jiyan didome. Di nav bombe û topebaranan de Zeyneba ji Hûmûsê di şikeftekê de ji bo pitika serîhildanê, sanciya zayinê dikişîne.
Zayin û mirin... Du tiştên ku hevsengiya cîhanê diyar dikin ev in. Dîroka yekê diyar e lê ya din di nav nediyariyekê de her dem mirov li bendê ye. Dibêjin hewldana mirovan a ku ji bo li cîhanê bimîne di nava serîhildana ku li dijî mirinê ye, veşartiye. Loma ji bo her zindî bimîne zayinê hidibijêr e.
Serîhildana ku li Efrînê bi êrîşa Tirkiye û komên girêdayi wê dest pê kir û navê "Berxwedana Serdemê" lê hat kirin, ket roja 36'an.
Tevî vê berxwedanê çîrokên ku serîhildana Efrînê radixîne pêş çavan derket holê. Yek ji van çîrokana çîroka zayina Zeynebê ya li Bajarokê Basutê ye. Mirovên Basutê ji bo xwe biparêzin şikeftên biçûk ava kirine. Di şikeftan de jin, zarok, ciwan, yên temenbilind têkoşîna jiyanê didin. Jineke ku di şikeftê de ye me dawetî hundur dike.
Dema ku em dikevin hundur em dibînin ku jinekê xwe dirêj kiriye û sanciyê zayinê dikişîne. Jinê ku li dora wê kom bûne alîkariyê dikin. Zeyneb ji Humusê ye û 20 salî ye. Naxwaze biaxive lê jinên derdora wê kom bûne behsa çîroka wê dikin.
Zeynebê ji ber şerê li Humusê mecbûr maye ku koç bike û li Efrînê bi cih bûye. Zeynebê li vir dest bi jiyaneke nû kiriye û zewiciye. Lê bi êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê Zeynebê dîsa xwe di nava şerekî de ditîye.
Jinên di şikeftê de ne wiha dibêjin:" Sanciyên wê hene lê ji ber ku dewleta tirk li ser me bombeyan dibarîne em nikarin wê bibin nexweşxaneyê."
Zeynebê li şikeftekê de betanî kişandiye serê xwe û sanciya zayinê dikişîne. Bi piştgiriya jinan a bi hev re di nava berxwedana serdemê de zarokekê ji dayik bibe, dibe ku navê wî bibe Berxwedan jî.







