Leyla: Negotin ev zarok an jî kal û pîr in û bombebaran kirin
- 11:45 25 Sibat 2018
- Rojane
Ruhenda Amed
EFRÎN - Li gel axaftina serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan ê ku got, "Di xwîna me de kuştina sîvîlan tune ye" Leyla Musa Husên a ku di konvoya sivîl tê d ebûn cih digirt ku sax xilas bû got;" Negotin ku ev zarok kal an jî pîr e û topên hewanê bi ser me de barandin. Li ber çavên hemû cîhanê derewan dikin."
Êrîşên dewleta tirk ku hêzên girêdayîwê ên li ser Efrînê di roja 37'emîn de berdewam dikin. Li gel êrêşên ku di encma wan de bi piranî sivîl tên kuştin, piştevaniya bakurê Sûriyeyê ya bi Efrînê re jî berdewam dike. Herî dawî konvoya ku ji bo piştevaniyê ji bakurê Sûriyeyê ji Cizîrî Herêma Firatê, Rakka, Dêrazorê û ji şengalê ber bi Efrînê ve bir rê ket bi êrîşên delwta tirk re rûbirû ma. Di encama vê êrîşê de ciwanekî jiyana xwe ji dest dabû û 11 kes jî hatibûn birîndarkirin. Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan derbarê êrîşa li ser konvoya sivîlan a ku di 22'ê sibatê de hatibû kirin got;"Di xwîna me de kuştina sivîlan tune ye" û êrîş înkar kir. Lê jina bi navê Leyla Musa Hisên (65) ku ji konvoya bi êrîşê re rûbirû ma sax xilas bû tişta jiya vegot.
'Bi saetan bêyî ku em ber xwe bibînin em em li eraziyê man'
Leyal ya ku ji bajarê Dêrikê yê Kantona Cizîrê ji bo biçe Efrînê ketibû rê wiha got: "Em bi moral û coşeke mezin ketin rê. Piştî ku em bi koma li Kobanê re bûn yeke em ji bo biçin Efrînê ketin rê. Piştî ku em ji kontrola rejîmê derbars bûn û ji gihîştina me ya Erînê re tenê 20 deqe mabûn den hat. Di serî de me nizanibû ku çi diqewime û piştî bi demeke kurt êrîşî otobusa me kirin. Me nizanibû ku çi tê serê me. Ji ber ku tarî bû her kes li eraziyê belav bû. Bi saetan bêyî ku em ber xwe bibînin em li eraziyê man."
'Ajovanê otobusê hat qetilkirin'
Leyla ya ku got "Negotin ev zarok an jî kal û pîr in" anî ziman ku piştî êrîşê bi alîkariya ku ji Efrînê hatiye gîhaştine bajêr.Leyla di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku di dema êrîşê de ajovanê wesayita wan jiyana xwe ji dest daye û 5 sivîlên ku di wesayitê de bûn jî bîrîndar bûne û wiha got: "Çi dibe bila bibe wê Erodogan li Efrînê negihêje aramanca xwe."
'Erdogan li ber çavê tevahiya cîhanê derewan dike'
Leyla di berdewamiya axafitna xwe de got ku ger cesareta Erdogan hebûye sivîl qetil nedikirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez jineke 65 salî me. Ez di vî temenê xwe de nikarim şer bikin û ez çawa dibim terorîst. Erdogan li ber çavê tevahiya cîhanê derewan dike û kesek tiştekî nabêje. Armanca Erdogan ew e ku gelê Efrînê tenê bikhêle. Lê divê ku Erodogab bizanibe kesek nikare îradeya me têk bibe. Efrînê ne bi tenê ye û wê bi tenê nemîne."







