Leşkeran agir berda çiyê
- 13:07 3 Tîrmeh 2020
- Rojane
AMED - Li taxên Licê yên Derxust, Pîrik û Huseynîk di encma agirê leşkera pê xist de şewat derket. Di encma şewatê de gelek rez û bexçe şewitîn.
Li gundên Dêrxûst, Pîrik û Huseynik ên girêdayî navçeya Licê ya Amedê leşkeran operasyon da destpêkirin û agir bi çiyê xistin. Agir bi bayê re belavî zeviyên genim û baxçeyên welatiyan jî bû. Bax û baxçeyên li gundê Dêrxûstê şewitîn û li gundê Pîrik û Huseynik jî 60 donim zeviya genim şewitî. Li van gundan gelek dar jî şewitîn.







