Aşûriyên Um El-Kêf cejna Mar Tûma pîroz kirin

  • 13:41 3 Tîrmeh 2020
  • Rojane
HESEKÊ - Aşûriyên gundê Um El-Kêfê ya Aşûriyan di nava gulebaranê de cejna Mar Tûma pîroz kirin. 
 
Di nava ewqas bermaheyên şer de xweşikbûna netewan û israra berdewamkirina kevneşopiyên civakî zêde dibe. Aşûriyên gundê Um El-Kêf a Aşûriyan duh di saetên êvarî de ango di şeva 3'yê Tîrmehê de, cejna Mar Tûma bi serdana Dêra gund(Mar Tûma) û vêxistina mûman bi dûayên parastina axa wan ji dagirker û dijminên wan, pîroz kirin. 
 
Îro jî jinên gund taştê amade kirin û bi mêvanên xwe re xwarin.