Li Çilaxa peyama Abdullah Ocalan a 8'ê Adarê hate xwendin
- 22:04 6 Adar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Çilaxa ji bo xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî 8'ê Adara par çalakiyek li dar xist.
Di çarçoveya Roja Jinan a Cîhanê de, Yekitiya Jinên Ciwan ji bo xwendina peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a têkildarî 8'ê Adara par, çalakiyek li dar xist. Çalakiya xwendinê li qeraxên Kaniya Reş li herêma Aliyan li gundewarê bakurê bajarê Çilaxa pêk hat.







