Bi boneya 8'ê Adarê li Silêmaniyê gul hatin belavkirin

  • 16:26 7 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Komek jinên ciwan li Silêmaniyê bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li kolanan geriyan gul û pirtûk pêşkêşî welatiyan kirin.
 
Li nava sûka Silêmaniyê komek jinên ciwan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê gul û pirtûk pêşkêşî welatiyan kirin û banga tevlîbûnê li çalakiya ku sibe bê lidarxistin kirin.
 
Yek ji jina ciwan ya gul pêşkêş dikir ya bi anvê Novîn Omer ji Ajansa ROJNEWS'ê re axivî û destnîşan kir ku ew weke jinên ciwan li bajarê Silêmaniyê ji bo Roja 8’ê Adarê gul pêşkêşî welatiyan dike û got: “Armanca me ya pêşkêşkirina gul û pirtûkan ewe ku jin hişyar bibin û pêşîgirtina tundiya li ser jinane.”
 
Jina bi navê Şanya Hemîd jî anî ziman ku bang li hemû jinan dikim ku tevlî çalakiya sibe ya ku wê li ber Deriyê Sera bê lidarxistin bibin û got: “Armanca me ewe ku em êşa jinan weke dayîk, xwişk nîşan bidin û kulîlkan pêşkêşî jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin bikin.”