Li Kerkûkê semînera 8’ê Adarê

  • 16:29 7 Adar 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kerkûkê 8’ê Adarê hat pîrozkirin û semînerek li ser rol û jêhatina jinan hat dayîn. Her wiha xelatên rêzgirtinê pêşkêşî jinan hat kirin.
 
Li navenda rewşenbîrî ya Kerkûkê ji aliyê Yekitiya Jinên Kurdistan a Şaxê Kerkûkê ve bi amadebûna hejmarek çalakvanên mafên jinan, têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê semînerek hat lidarxistin.
 
Di semînerê de Dr. Dunya li ser hêz û rola jinê ya di nava civakê de axivî û got: “Niha jinan di her alî de bi taybetî jî di aliyê siyasî de xwe dane pêş û daxwaza mafên xwe dikin. Ji berê de hertim cihek diyar yê jinan heye û tevlî xebatên şoreşê bûne.”
 
Her wiha di semînerê de Seroka Yekitiya Jinên Kurdistan a Şaxê Kerkûkê Dîmen Mihemed jî li ser dîroka 8’ê Adarê axivî û 8’ê Adarê li hemû jinan pîrozkir.
 
Di dawiyê de jî beşdarvanan pirs û nêrînên xwe anîn ziman. Piştre jî Yekitiya Jinên Kurdistanê xelatên rêzgirtinê pêşkêşî çend jinek ku karên dest dikin, kir.