Li qada Newrozê banga dîrokî: Ji bo aştiyê têkoşîn
- 12:33 11 Adar 2026
- Rojane
XARPÊT - Li navçeya Depa Xarpêtê, Cejna Newrozê bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Demokrasiyê" hate pîrozkirin.
Pîrozbahî li Qada Îstasyonê hate lidarxistin, ji zarokan bigire heta extiyaran, gelek kes ji her temenî beşdar bûn, jin û ciwanan cilên kurdî li xwe kirin. Pîrozbahiyê bi deqeyek rêzgirtinê ya ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Girseyê gelek caran dirûşmeya "Şehîd namirin" berz dikir.
Daxwaza Pêkanîna Banga Aştî û Civaka Demokratîk hate kirin
Di axaftinên xwe yên vekirinê de, hevşaredarên Depê, endamên Komîteya Amadekar a Newrozê û hevserokên bajar û navçeyan Cejna Newrozê ya gel pîroz kirin û xwestin ku ew "yekîtî" û "azadiyê" bîne. Di axaftinan de daxwaza pêkanîna Banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo Aştî û Civaka Demokratîk hate kirin.
Piştî vê yekê, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), yê Rihayê Omer Ocalan axivî. Omer Ocalan, got, "Her sal em ê Cejna Newrozê ya xwe pîroz bikin û pêşeroja xwe ava bikin. Wekî ku hûn dizanin, Newroz têkoşîn û berxwedanek li dijî zilm û Dehaq e."
Silavên Abdullah Ocalan hatin ragihandin
Omer Ocalan, diyar kir ku Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê ji bo pêşeroja Kurdan dixebite û got, "Serok Apo got, 'Di vê Newrozê de hûn herin ku derê, silavên min ji gelê min re bişînin.' Ez silavên Serok û Reber Apo ji we re dişînim."
Piştî axaftina Omer Ocalan, agirê Newrozê ji aliyê Emoş Yildiz, hevjîna Zekî Yildiz ê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê û endamên meclîsê ve hate pêxistin.
Newroz bi stran û govendê bi dawî bû.







