Li Bazîdê agairê Newrozê gûr bû

  • 12:41 11 Adar 2026
  • Rojane
AGIRÎ - Agirê yekem ê "Newrozê Azadî û Demokrasiyê" li Bazîdê hate pêxistin. Hevserokê DBPê Keskîn Bayındır di pîrozbahiyê de axivî û diyar ku Kurd dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Newrozê pîroz bikin û got, "Nêzbûna li Birêz Ocalan nêzbûna li ziman û hebûna Kurdî ye. Ji ber vê yekê, azadiya Birêz Ocalan azadiya gelê Kurd e."
 
Li navçeya Bazîdê a Agiriyê, agirê newrozê bi dirûşma "Newrozê Azadî û Demokrasiyê" hate pêxistin. Bi hezaran kes, di nav de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayındır û parlamenterên bajêr, beşdarî pîrozbahiya newrozê ya li parka şaredariyê bûn. Xelk bi cilên xwe yên kurdî ber bi qadê ve çûn û pîrozbahiya newrozê bi govendên gelêrî dest pê kir. Piştî kêliyek bêdengiyê, axaftina yekem ji hêla parlamenterê bajêr Heval Bozdag ve hate kirin.
 
'Gelê Kurd ber bi azadiyê ve dimeşe'
 
Keskin Bayındır, diyar kir ku wan agirê yekem ê Newrozê yê salê li axa Ehmedê Xanî pêxistiye û got, "Agirê Newrozê hezar sal in hêvî, yekîtî û xeyala gelê Kurd e. Bi salan e, Newroz wekî meşaleya azadiyê li dijî neheqiyê pêketiye. Îro, ew meşale di destên Kurdan, ciwanên Kurd de li dijî zordaran ronahiyê belav dike. Newroz li dijî neheqiyê Mazlum, Zekiye, Ronahî, Rahşan û Berîvan e. Ev berxwedan li çiya û li her derê Kurdistanê bûye hêviyek û azadiya mezin. Berxwedana Mazlum Dogan îro bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Öcalan veguheriye manîfestoyek azadiyê. Ev Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya yekîtî û hêviyê. Kurd li her çar parçeyan radibin û ji bo statuya xwe têkoşînê didin. Gelê Kurd bi ziman, tevger û çanda xwe ber bi azadiyê ve dimeşe. Îro li Rojhilat şer heye û her kes qala Kurdan dike. Bila her kes bizanibe ku Kurd dê rijandina xwînê rawestînin û bi têkoşîna xwe rizgar bibin." 
 
'Azadiya Birêz Ocalan azadiya gelê Kurd e.'
 
Keskin BayındIr, diyar kir ku Kurd dixwazin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan re Cejna Newrozê pîroz bikin û got, "Em niha dixwazin bi hezaran hevalên xwe yên girtî û sirgûnkirî re Cejna Newrozê pîroz bikin. Bi yekîtî û têkoşîna xwe, em niha nêzîkî azadiyê ne. Kurd niha aktorên herî mezin in, xwediyên hêz û îrade ne. Kurd niha statu û azadiya xwe dixwazin. Li her çar perçeyên Kurdistanê, em ê ji bo vê yekê têkoşînê bidin û xwe birêxistin bikin. Birêz Ocalan pêşengiya vê dike. Nêzbûna li  Birêz Ocalan nêzbûna li ziman û hebûna Kurdî ye. Ji ber vê yekê, azadiya Birêz Ocalan azadiya gelê Kurd e."
 
Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi coşek mezin hate pêxistin. Gel li dora agir govend gerand.