Li Ebex û Bêgiriyê agirê Newrozê hat pêxistin

  • 15:58 11 Adar 2026
  • Rojane
WAN - Agirê Newrozê bi dirûşma “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” li Ebex û Bêgiriyê hat pêxistin. Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Uzunay di pîrozbahiyê de axivî û got: “Çawa ku Kawayê Hesinkar li hemberî zaliman serî rakir, Kawayê Hemdem li zindanê serî rakir, Rewşenan serî rakir em jî bi heman ruhî Newroza îsal ya Wanê pîroz dikin.”
 
Li navçeyên Ebex û Bêgiriyê yên Wanê, bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, bi dirûşma; “Newroza Demokrasî û Azadiyê” agirê Newrozê hat pêxistin. Welatiyên Ebex û Bêgiriyê bi cilên xwe yên neteweyî herikîn qada pîrozbahiyê û Newroza Demokrasî û Azadiyê bi govend û stranan pîroz kirin.
 
Ebex 
 
Newroz li navçeya Ebexê li pêşiya avahiyê Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê hat pîrozkirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Zulkuf Ûçar, Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Hevserokê DBPa Wanê Veysî Dîlekçî, Endam û Rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê û gelek walatiyê tev li pîrozbahiya Newrozê bûn. Bernamebe bi rêzgirtina ji bo cangoriyên ku di têkoşîna azadî û demokrasiye de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
 
Veysî Dîlekçî Newroza welatiyan pîroz kir û got: “Em hêvîdar in ku ev Newroz bibe sedema aştî û azadiyê, bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.”
 
Bêgirî 
 
Newroza Navçeya Bêgiriyê bi pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk li pêşiya avahiyê DEM Partiyê yê navçeyê hat pîrozkirin. Hevseroka DBPa Wanê Gonul Uzunay, Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdûllah Zeydan, Endam û Rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê û gelek walatî tev li pîrozbahiya Newrozê bûn.
 
‘Gelê Kurd dê bi yekitiya xwe hemû mafên xwe bidest bixe’
 
Gonul Uzunay Newroza gelê Bêgirêyê pîroz kir. Gonul Uzunay bal kişand ser şerê di navbera DYA-Îsraîl û Îranê û ev tişt gotîn: “Di şexsê Rojava de xwestin destketiyên Kurdan têk bibin. Bi şerê ku li Îranê tê meşandin jî dixwazin Kurdan têk bibin. Di nav vê rewşê de em Newrozê pîroz dikin. Bi Rojava yekitiya gelê Kurd pêk hat. Li Rojhilat jî di navbera partiyên Kurd de yekitî hat ragihandin. Gelê Kurd dê bi yekitiya xwe hemû mafên xwe bidest bixe.”
 
‘Bi banga Rêber Apo dê çareseriya meseleya Kurd pêk bê’
 
Gonul Uzunay di berdawama axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd ji bo hebûna xwe li berxwe dide û wiha pê de çû: “Çawa ku Kawayê Hesinkar li hemberî zaliman serî rakir, Kawayê Hemdem li zindanê serî rakir, Rewşenan seri rakir, em jî bi vî ruhî Newroza îsal ya Wanê piroz dikin. Ev Newroz, Newroza xwedîderketina banga rêzdar Abdullah Ocalan e, xwedîderketina Kurdbûna me ye, xwedî derketina aştî û azadiyê ye. Em hemû gelê xwe vedixwînin Newroza Wanê ya ku dê di 22yê Adarê de pêk were. Bijî Newroz. Bijî Newroz.”
 
‘Rihê ku li Rojava bi keziyên jinan derketiye holê Kurd da naskirin'
 
Pişt re Abdullah Zeydan dest bi axaftinê kir û berxwedaniya gele Begiriyê silav kir û got: “Gelê Bêgiriyê li hemberî hemû zilm û neheqiyan her tim li berxwe daye. Dema gelê me yekitiya xwe pêk bîne wê xwe bi tevahî dinyayê bide qebûlkirin. Rihê ku li Rojava bi keziyên jinan derketiye holê li tevahî cihanê belav bû û Kurd da naskirin.”
 
‘Êrişên ku li ser paradîgmaya me, êrişên li ser hebûna jinan e’
 
Abdûllah Zeydan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser êrişên ser Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan û got: “Ên ku heya niha ji bo gelê Kurd çi tişt nekirine û bi netew dewlatan re radibin, êrişî gelê Kurd û Abdullah Ocalan kirin. Lê em jî gelê me jî baş dizanin ku di vê rêyê de kê çi berdêl daye kê çi kiriye. Êrişên ku li ser paradîgmaya me, êrişên li ser hebûna jinan e. Em ê bi paradîgmaya xwe civaka xwe, yekitiya xwe, hebûna xwe ava bikin. Lê belê gelên din jî bira û xwîşkên me ne. Gelên din jî di nava vê têkoşîna de cih girtine.”
 
‘Li Rojhilat çareserî rêya sêyemîn e’
 
Abdûllah Zeydan herî dawî bal kişand ser şerê li Îranê û axaftina xwe wiha qedand: “Em ne bi Amerîkayê re, ne jî bi Îranê re ne. Me rêyeke sêyemîn heye ku em ê li gor vê yekê tevbigerin. Ev rêya sêyemîn ji bo gelê Îranê jî pêwist e.”