Bingeha Stargeha Jîngeha Xwezayî hate danîn

  • 14:59 12 Adar 2026
  • Jiyan
AMED - Stargeha Ajalan û Jîngeha demkî, ku ji bo baştirkirina şert û mercên jiyana ajalên bêxwedî hatiye avakirin, temam bû. 
 
Stargeha Ajalan û Jîngeha demkî, ku ji bo baştirkirina şert û mercên jiyana ajalên bêxwedî hatiye avakirin, ji aliyê şaredariya Erxaniyê ve temam bû. Piştî vê, bingeha jîngeha nû jî hat danîn. Hevşaredarên Erxaniyê Bîrsen Azak Bayar û Şîyar Guldîken, digel cîgirên hevşaredar û endamên meclîsê, stargeha demkî ya temambûyî kontrol kirin. Piştre rayedaran der barê jîngeha nû de agahî dan wan.
 
Jîngeh, ku dê li ser qadeke 7200 m² were avakirin, dê ji avahîyek rêveberîyê, odeya emeliyatê, xaniyê pisîkan pêk were. Bi temamkirina vê qadê, ku tê plankirin di cotmehê de biqede, dê ajal di nava  xwezayê de jiyanek ewle bijîn.