Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan: Em ê serî netewînin
- 15:07 12 Adar 2026
- Rojane
WAN - Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan, gotinên di Rapora Pisporan a di dosyayeke lêpirsînê de ji bo Dîlan Oklu ya YJA Starê hatine bikaranîn şermezar kir û got: “Em ê dev ji xwedîderketina li miriyên xwe û parastina heysiyeta wan bernedin û her tim daxwaza rêzgirtin û edaletê ji bo wan bikin.”
Înîsiyatîfa Rêzgirtina li Miriyan, der heqê Rapora Pisporan a di dosyayeke lêpirsînê ya têkildarî gerîlaya YJA Starê Dîlan Oklu (Arîn Tolhildan) hatiye amadekirin, daxuyanî da. Daxuyanî li Qada Bajar a navenda Wanê hate dayin û gelek kes tev li bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Rêya aştiyê, rêzgirtina li miriyan û bi mirovbûnê derbas dibe” hate hilgirtin. Li ser navê înîsiyatîfê Gulistan Onverê daxuyanî xwend.
Gulistan Onver, anî ziman ku bi tiştên di raporê de hatine nivîsandin re heysiyet û rûmeta mirovahiyê hedef hatiye girtin û wiha hate gotin: “Rêzgirtina li miriyan û edalet, pîvanên herî sereke yên pêvajoyên şer û pevçûnan e. Dîlan oklu, piştî tev li refên PKK’ê bû, di 16’ê Hezîrana 2024’an de jiyana xwe ji dest da û malbata wê di Tîrmeha 2024’an de hay ji mirina wê bû. Li ser vê yekê, malbata wê li bajarê wê Wanê şîn danî. Der heqê siyasetmedarên tev li şînê bûne de lêpirsîn hatin destpêkirin. Di encama lêpirsînê de 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê doz vekir. Di çarçoveya darizandinê de, li rapora pisporan de wêneyê CD’yeke şikestî hate zêdekirin û îfadeyeke heysiyet û rûmeta mirovan binpê dike li ser hatiye nivîsandin. Bikaranîna van gotinan, binpêkirina exlaqê mirovahiyê ye, ji hêla mewzûatê ve jî ji hêla qeydên nivîsên fermî jî ve, ji hêla hiqûqa navxweyî û peymanên navneteweyî jî binpêkirin e.”
Gulistan Onver, diyar kir ku ev mijar nabe ku tenê ji hêla hiqûqî ve were destgirtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di demeke li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê didome de, ji hêla polîtîk ve jî zimanekî wiha yê li dijî kesên di pevçûnan de jiyana xwe ji des dane nayê qebûlkirin. Em, vê gotina cihê şermê qebûl nakin, dê xwedî li miriyên xwe derkevin, heysiyeta wan biparêzin û têkoşîna xwe ya ji bo rêzgirtina li miriyan û edaletê bidomînin.”
Parlamenterê DEM Partiyê Zulkuf Uçar jî ev tişt anî ziman: “Zêdetirî sed sal in dewlet li dijî Kurdan polîtîkaya înkarê dimeşîne. Cihên gorên Seyîd Rizayan nîşan nade, ciwanên Kurd qir kir û di gorên bênav de bicih kir. Goristana Kîlyosê di bîra me tevan de ne. Me ev êrişên ser nirxên Kurdan qebûl nekir û dê nekin. Em, armanca van êrişan dizanin û dê tu caran serî netewînin. Divê dewlet li gorî pêvajoyê tevbigere. Divê pêşiya kesên alîgiriya dewleta nefermî dikin were girtin û cezayên pêwîst tavilê bên dayin.”
Daxuyanî, bi dirûşma “Şehîd namirin” bi dawî bû.







